ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan, anî ziman ku li Girtîgeha Bûrdûrê gardiya ji girtî Îshak Dayan re gotine "Tu yê hêza Tirkan bibînî" û "Em ê te bikujin" û îşkence lê kirine.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Alî Bozan, di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisê li darxist de anî ziman ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Bûrdûrê gardiyan zextê li girtiyên siyasî dikin.
Bozan diyar kir ku li girtîgehan gelek bêhiqûqîtî tên kirin û got: "Li girtîgehan çeteyeke gardiyanan a nijadperest heye. Bi wî mêjiyê xwe yê biçûk ê faşist îşkenceyê li girtiyên Kurd dikin. Herî dawî îşkence li İshak Dayanê Kurd kirine. Me hevdîtin bi wezaretê re kir, ne derewandin. Rapor jî wergirtiye. Parêzer çûn hevdîtinê. Bi awayekî fizîkî hê jî bermayiyên îşkenceyê li ser laşe İshak Dayan hatine tespîtkirin. Haya malbatê jê heye û pir bifikar e. Girtiyên din jî bifikar in."
Bozan da zanîn ku tim li qawîşa ku Dayan lê dimîne û qawîşên din lêgerîn tên kirin û çarşef û betaniyên wan davêjin erdê û qirêjî dikin. Dayan jî li dijî van pêkanînan rabûye û xwestiye çarşefên wan neyên qirêjkirin. Bozan got: "Wî bi xwe gotiğe, di 3'yê Kanûnê de di dem alêgerînê de ewilî desten wî ji paş ve hatine girêdan û kelemçekirin, li erdê hatiye dirêjkirin, karmendek bi çokên xwe qirika wî jidandiye, bêhna wî çikiyaye û gava li erdê dirêjkirî bûye karmendekî din jî bi pehînan li parxwanên wî xistiye. Her wiha gef lê hatine xwarin û jê re gotine 'Em ê te bikujin' û 'Tu yê hêza Tirkan bibînî.' Paşê wî birine cihê mehkûman û gava wî birine serê wî tewandine û kirine ku bêhna wî biçike. Li cem mehkûmên din hatiye teşhîrkirin, li erdê hatiye dirêjkirin û jê re gotine 'Tu yê bêjî axirê ez Tirk im.'"
Bozan diyar kir ku di dema îşkenceyê de gardiyanan kameraya ber sînga xwe girtine û got: "Dayan gotiğe bûyer li ber kamerayan çêbûye û qeydên der barê vê de hene. Gotiye di 4'ê Kanûnê de karmendên wekî robokop tên binavkirin hatine odeya wî, serê wî li kalorîferan xistine, pehîn li parxwanên wî xistine. Ragihandiye ku ji ber vê wî birine revîrê û sewqa wî ya nexweşxaneyê hatiye kirin û fîllmên serê wî û parxwanên wî hatine kişandin û ji ber vê gilî kiriye."
Bozan destnîşan kir ku Dayan ragihandiye ku ev tiştên tên kirin ne nû ne, gardiyan tim bi vî rengî nêzî girtiyên Kurd dibin.
Bozan xwest ev bûyer demildest bê lêkolînkirin.
