AMED - Doza aktivîsta TJA'yê Ayla Akat Ata de ku ji ber axaftinên wê yên di dema parlamenteriya xwe de kiribûn û ji ber xwepêşandan û çalakiyên ku ew beşdarî wan bûbû tê darizandin, hemû daxwaz hatin redkirin.
Danişîna 10'emîn a doza çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata ku ji ber axaftinên wê yên di dema parlamenteriya xwe ya parlementoyê de û ji ber merasîmên cenaze, xwepêşandan û çalakiyên ku ew beşdarî wan bûye tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê hat lidarxistin. Ayla Akat Ata ku bi sûcên "propagandaya rêxistinê", "li hember pêkanîna erkê berxwedan", "bi eşkereyî teşwîqkirina nefret û dijminatiyê li nava raya giştî", "zirardayîna milkê giştî", "rêxistin, rêberî û beşdarbûna civîn û xwepêşandanên neqanûnî" û "beşdarbûna civîn û xwepêşandanên neqanûnî yên bêçek" tê tawanbarkirin, li gel parêzerên xwe di danişînê de amade bû.
Ayla Akat Ata, li dijî îdianameyên amadekirî parastina xwe kir û diyar kir ku ji ber êrişa polîsan a li ser merasîma cenazeyê ku ew li Bismilê beşdar bûye, di navbera wan de nîqaşek çêbûye. Ayla Akat Atayê destnîşan kir ku beşdarbûna merasîma cenazeyan ne tenê siyasî ye, di heman demê de pêdiviyek û kevneşopiyek e.
Ayla Akat Ata ku ji ber axaftinên xwe yên di çalakiyên ji bo Sakîne Cansiz, Leyla Şaylamez û Fîdan dogan ên li Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin hatin lidarxistin, hat sûcdarkirin bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya wê demê. Ayla Akat Atayê bi bîr xist ku ew yek ji wan kesan bû ku di 3'yê Çileya 2013'an de çûbûn Îmraliyê û diyar kir ku kuştina sê jinan hefteyek piştî civînê wekî hewldanek ji bo sabotekirina pêvajoyê di wê demê de hatiye hesibandin. Ayla Akat Atayê bal kişand ser meşa wan li Êlihê û diyar kir ku ji bo wê meşê destûr girtibûne û got ku ji bilî axaftinên ku li wir kirine, tiştek din tune ku bibêje. Her wiha Ayla Akat Atayê diyar kir ku hemû axafitnên wê di çarçoveya nasnameya wê ya siyasî de ne.
Piştî parastina parêzerên Ayla Akat Atayê û daxwazên wan, heyeta dadgehê hemû daxwaz red kirin û ji bo amadekirina mutalaayê dosyeyê tevdiyî meqama îdiayê kir.
Danişîna bê dê di 7'ê Nîsana 2026'an de bê lidarxistin.
