WAN - Bi pêşengiya Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk û GABB'ê, rêveberên polîtîkayên jinan ên di nav şaredariyan de civînek ji bo parvekirina tecrûbeyên xwe yên du salan li dar xistin.
Bi pêşengiya Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk û Yekîtiya Şaredariyên Başûrê Rojhilatê Anatoliyê (GABB), rêveberên polîtîkayên jinan ên di nav şaredariyan de civîna parvekirina tecrûbeyên xwe yên du salan li Galeriya Hunerê ya Şaredariya Rêya Armûşê li dar xistin.
Hevseroka GABB'ê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal ku qeyûm tayini şûna wê hat kirin, Lijneya Jinan a Bajêr ya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk, endamên meclisa jinan, rêvebirên jin û çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî civînê bûn.
