ÎHD, li dijî êrişên li Helebê çalakiya nobedê da destpêkirin

Parve bike:

ENQERE - Şaxa ÎHD a Enqereyê ragihand ku wan li dijî êrişên ku HTŞ bi piştgiriya Tirkiyeyê li dijî Kurdên li Helebê dest dane destpêkirin, dest bi nobedê kirine û bang li Tirkiyeyê kir ku demildest i zûtirîn dem de piştgiriya xwe ya ji bo van êrîşan biqedîne.

 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Enqereyê li dijî êrışên komên paramîlîter ên girêdayî HTŞ û yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û Benî Zêd ên li Helebê ku Kurd û Suryanî bi piranî lê dijîn, li avahiya xwe nobet dda destpêkirin.Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên ku ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Enqereyê jî piştgirî dan daxuyaniya der barê nobetê de.
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin, diyar kir ku di êrişên li Helebê de sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin û divê ev sûc ji aliyê civaka navneteweyî ve werin şopandin û raporkirin.
 
Rêveberê Şaxa ÎHD a Enqereyê Tanjû Gunduzalp ku daxuyaniyê xwend, got ku polîtîkayên êrişê yên li dijî gelên li deverên cuda yên cîhanê bi êrişên li dijî Kurdan ên li Helebê berdewam dikin. Gunduzalp li hember astengkirina Dayikên Aştiyê ji bo daxuyaniya li ber Wezareta Karên Derve bertek nîşan da û got: "Dijberiya şer, xwestina aştiyê, nexwestina mirina zarokên xwe; ev mafeke gerdûnî ye, garantiyeke destura bingehîn e, daxwazeke mirovî ye. Krîmînalîzekirina daxwaza aştiyê nîşaneke polîtîkayên leşkerî yên di nav welêt de ye. Dema ku banga aştiyê ya dayikan, akademîsyenan, hunermendan û parêzvanên mafên mirovan tê tepeserkirin; çanda şer tê xurtkirin, jiyana mirovan bêqîmet dibe û demokrasî hildiweşe."
 
DAXWAZ  
 
Gunduzalp daxwazên ÎHD'ê wiha rêz kir:
 
"*Divê êrişên li ser Helebê bi tevahî werin rawestandin û divê hemû êriş û dorpêçên li dijî wargehên sivîl û nifûsa sivîl careke din çênebin.
 
*Divê mekanîzmayên parastina navneteweyî bi lezgînî werin çalakkirin; divê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên serbixwe karibin bigihîjin herêmê, divê delîl werin berhevkirin û lêpirsîn werin destpêkirin.
 
*Divê hikûmeta Tirkiyeyê tevlî sûcên şer nebe û divê piştgiriyê nede kesên ku êrişî nifûsa sivîl dikin."
 
*Divê lêpirsînên serbixwe û bibandor werin kirin, sûcdarên sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê werin darizandin û mafên mexdûrên wan werin vegerandin."
 
Piştî daxuyaniyê, Dayikên Aştiyê jî axivîn û diyar kirin ku divê êriş tavilê rawestin û bang li Tirkiyeyê kirin ku li şûna piştgiriya êrişan, helwesteke li gor Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigire.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana dayikan" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.