Trump ji xwepêşandêrên Îranê re got: Alîkarî di rê de ye

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Trump ji xwepêşdandêrên li Îran û Rojhilat xwest ku xwepêşandana bidomînin û got: "Alîkarî di rê de ye."
 
Serokê DYA’yê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Truth Social de bang li gelê Îran û Rojhilatê kir ku protestoyên xwe bidomînin. Trump di parvekirina xwe de ev îfade bi kar anîn: “Welatparêzên Îranî, berxwedanê bidomînin, saziyên xwe bi dest bixin!!! Nav bi nav kujeran tomar bikin. Dê berdêleke giran bidin. Heta ku kuştina bêwate ya çalakgeran bisekine, min hemû hevdîtinên bi Rayedarên Îranî re betal kirin. Alîkarî di rê da ye!!!”