Aram Tîgran li Îzmîrê hate bibîranîn
- Çand û Huner
- |
- 13 Çile 2026 21:40
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îzmîrê ji bo hunermend Aram Tîgran şeva bibîranînê hat lidarxistin, di bernameyê de stranên wî hatin stirîn.
Koroya Gelan, li dêra Azîz Vukolos a navçeya Konak a Îzmîre ji bo Aram Tîgran bernameya bîranînê li dar xist. Gelek kes tevlî bîranînê bûn û bi çoş û peroşeke mezin stranên Aram Tîgran gotin. Di bîranînê de endamê Koroya Gelan Murat Mengirkaon diyar kir ku Aram Tîgran çawa bi jiyana xwe bûye pir û sîwanek di navbera gelan de û got cihê şanaziyeke ku Aram Tîgran li welatê me stirî ye.
Bername bi soza şopandina rêça Aram Tîgran û çepikan bi dawî bû.