Ji bo lêpirsîna têkildarî kuştina Aydin ê ÎHD’î biryara sînorkirinê hat dayin
- Rojane
- |
- 14 Çile 2026 16:03
- |
ÎZMÎR - Serdozgeriya Komarê ya Karşiyakayê têkildarî lêpirsîna der heqê kuştina Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin, biryara sînorkirinê da.
Di lêpirsîna têkildarî kuştina Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê parêzer Alî Aydin de biryara sînorkirinê hat dayin. Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê, ragihand ku tespîtkirine ku Aydin ji hêla M.D.E. (28) ve hatiye kuştin û ev kes hatiye girtin. Hêj niha jî sedema êrişê nehate zanîn. Serdozgeriya Komarê ya Karşiyakayê jî têkildarî lêpirsînê biryara bisînorkirinê da.
Parêzer Alî Aydin, di danê sibehê de ji bo meşê ji mala xwe ya li Evka-2’yê ya li navçeya Çîgliyê derket û malbatê demek piştre agahî jê negirt. Li ser îxbarê, polîsan dest bi xebatên lêgerînê kir û cenazeyê Aydin dît. Cenazeyê Aydin rakirin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê û dozgeriyê jî lêpirsîn da destpêkirin.