AYM’ê serlêdana îşkenceyê red kir, ji hêla ‘usûlê’ ve biryara binpêkirinê da

Parve bike:

ENQERE - Di serdegirtina malê de polîsan îşkence li Abdulkadîr Eken kiribû û 2 parsûyên wî hatibûn şikandin û 2 mehan di nexweşxaneyê de ma. AYM’ê, serlêdana Eken a bi îdiaya “tu agahiyên ku îşkence lê hatiye kirin nehatine bidestxistin” red kir lê ji ber ku îdia nehatiye lêkolînkirin, ji hêla “usûlê” ve biryara binpêkirinê da. 

 
Di sala 2019’an de li gundê Mezrikê yê girêdayî navçeya Xana Axparê ya Amedê bi ser mala welatiyê bi nvaê Abdulkadîr Eken de hate girtin. Di serdegirtina malê de Eken û zarokên wî hatin derbkirin. Di dema derbkirinê de 2 parsûyên Eken hatin şikandin û 2 mehan di nexwşxaneyê de ma. Eken, ji ber îşkenceya lê hatiye kirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê, biryara xwe ya têkildarî serlêdanê da. AYM’ê, tevî ku di bûyerê de rapor tune ye jî, îdiaya kir ku tu agahiyên îşkenceyê piştrast bikin tune ne û bi hinceta “Delîlên şênber ên îşkence û miameleya xerab tune ne” serlêdan red kir. AYM’ê, bi sedema ku îdiayên gilîker nehatine lêkolînkirin, ji hêla “usûlê” ve biryara binpêkirinê da. 
 
Eken, di serlêdana xwe de anî ziman ku di dema serdegirtina malê de ji ber îşkenceya lê hatiye kirin 2 parsûyên wî şikestine, polîsan jê re gotine “Tu berazî û beraz hej ji heriyê dikin” û piştî lêdanê avêtina nava heriyê û di raporên muayeneya edlî de jî şopên derbkirinê hatine dîtin. Eken, anî ziman ku bi îşkenceyê re fikraya 3’yan a xala 17’emîn a Destûra Bingehîn ku dibêje “Nabe ku îşkence û ezyet li tu kesekî were kirin û ceza û miameleya ne li gorî xeysiyeta mirovahiyê lê were kirin” hatiye binpêkirin. 
 
AYM’ê ku serlêdan qebûl kir û bi sedema ku têkildarî bûyerê tu lêpirsîn nehatine kirin, miameleya xerab tenê ji hêla “usûlê” ve hatiye binpêkirin û biryar da ku 50 hezar TL tazmînat ji gilîker re bên dayin. 
 
AYM’ê, tevî raporê jî îdia kir ku tu agahiyên îsbat bikin ku îşkence û miameleya xerab li gilîker hatiye kirin nehatine bidestxistin û serlêdan, ji hêla “qedexeya îşkence û miameleya xerab” ve red kir. 
 
MA / Sema Bîngol