MÊRDÎN - Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Qoser a Mêrdînê li ser sînorê Dirbêsiyê bi meşekî girseyî hatin şermezarkirin.
Li gundê Dirbesiyê yê navçeya Qoser a Mêrdînê ku li ser sînorê bajarê Dirbesiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, bi banga Platforma Saziyên Demokratîk gelek welatî hatin ba hev û êrişên komên girêdayî HTŞ’ê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiye protesto kirin. Girseya ku bi konvoyên wesayîtan hat gund, piştre bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd”, “Kurdistan dê bibe gora faşîzmê”, “Rojava, Rojhilat, Kurdistan yek welat” û “Bijî Serok Apo” ve dest bi meşê kir. Di dema meşê de stranên li ser berxwedana Rojava hatin stirîn û kitle heta ser xeta rêhesinê ya ku sînorê Qoser û Dirbêsiyê ji hev qut dike, meşiya.
Piştî meşê, berdevkê Platformê Fettah Tekîn daxuyaniyek da. Tekîn diyar kir ku gelê Rojava ne bi tenê ye û destnîşan kir ku dixwazin gelên Kurd, Tirk û Ereb ber bi şerekî mezin ve bên kişandin, lê ew ê li dijî vê yekê bisekinin. Tekîn bal kişand ser îdîayên Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî yên li ser Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî û Rêveberiya Xweser û got: “Heke hûn bi rastî jidil bin, werin em tifaqa gelê Tirk û Kurd ava bikin. Lê heke hûn ne jidil bin, gelê Kurd biryar daye ku têkoşîna xwe bidomîne. Heta Rojava statuya xwe bi dest bixe, em ê piştgiriya wê bikin. An azadî an azadî!”
SILAV LI BERXWEDANA HELEBÊ
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê George Aslan axivî û bibîr xist ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel bi hev re dijîn û ev tişt got: “Îro ji ser sînor silav li berxwedana Rojava. Em komkujiya li Helebê û piştgirên wê şermezar dikin. Hêzên Kurd ên ku DAIŞ têk birin, heta duh li Ewropayê ji aliyê rayedarên dewletan ve dihatin pêşwazîkirin. Lê îro heman dewlet piştgiriya çeteyên HTŞ’ê dikin ku heta duh wekî terorîst didîtin.”
Aslan diyar kir ku hêzên serdest tenê li pey berjewendiyên xwe ne û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya jiyana hevbeş vekiriye û wiha bi dawî kir: “Tiştên îro li Sûriyeyê diqewimin, li dijî pêşniyarên rêzdar Abdullah Ocalan in. Rayedarên Tirkiyeyê daxuyaniyên nakok didin. Bi vî rengî biratî û aştî nabe. Heke hûn jidil bin, gavên jidil bavêjin. Em ê her dem bi gelê Rojava re bin.”
Piştî daxuyaniyan, girse carekî din bi dirûşman ber bi sînor ve meşiya û dengê xwe şêniyên Dirbêsiyê û çalekî bi dawî bû.