Deriyên Tebqa, Reqa û Dêrazorê heta demekî nediyar hatin girtin
- Rojane
- |
- 15 Çile 2026 16:45
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Giştî ya Sînor a kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê heta demekî nediyar biryara girtina hemû deriyan da.
Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Deriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber xetereyan ji bo girtina deriyên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê heta demekî nediyar biryar da.
Di biryarnameyê de wiha hatiye gotin:
"Ji ber geşedanên ewlehiyê yên metirsîdar ku li dergehan diqewimin, li ser bingeha girtina deriyên navxweyî ji aliyê hikûmeta veguhêz a Şamê ve, her wiha ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê ya ji pêr ve û encamên rasterast û metirsîdar li ser ewlehiya sivîl, karker û rêwiyên di van dergehan re derbas dibin, Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Derketin û Hatinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê biryarê dide:
* Hemû deriyên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê heta demeke nediyar tên girtin.
* Derî ji bo rewşên mirovî yên awarte û rêxistinên mirovî tên vekirin."