WAN - Rêvebera Komeleya Jina a Stêrkê Meryema Aslanê diyar kir ku ji sedî 75'ê serlêdanên ku di sala 2025'an de ji komeleya wan re hatine kirin, bi tundiya fizîkî ve girêdayî ne û got: "Me dît ku her pakêtek ku ji hêla dewletê ve tê derxistin, qanûnên ku jinan hepsî dike dihewîne. Mêran ji siyaseta bêcezatiyê hêz girtine û bi hêsanî sûc dikin."
Her çiqas tundiya mêran li Tirkiye û Kurdistanê vediguhere "jinkujiyê", daneyên ku ji bo sala 2025'an hatine weşandin careke din asta pirsgirêkê nîşan didin. Komeleya Jinan a Stêrkê, yek ji rêxistinên ku li Wanê û bi awayekî çalak li dijî tundiykê têdikoşe, di sala 2025'an de 150 jinan serî lêdaye ji bo piştgiriyê.
‘SALA MALBATÊ Û QETILKIRINA JINAN'
Rêvebera Komeleyê Meryema Aslanê diyar kir ku wan di sala 2025'an de bûne şahidê zêdebûna tundûtûjî û komkujiyan. Meryema Aslanê destnîşan kir ku sala 2025'an ji bo jinan saleke pir dijwar bûye û got: "Tevî ku em li daneyan jî dinêrin, em dibînin ku pêvajoyên ku me derbas kirine çiqas dijwar bûne. Bi qanûnên ku ji hêla dewlet û desthilatê ve hatine derxistin, sala 2025'an wekî 'Sala Malbatê' ji me re hat pêşkêşkirin. Di cih de piştî îlankirina 'Sala Malbatê', gelek mirinên gumanbar ên jinan çêbûn. Wekî rêxistinên jinan, me dît ku ev îlan ji bo veşartina komkujiyên jinan tê bikaranîn. Cinayetên jinan, di nav malbatê de pêk hatin. Dema ku em, wekî rêxistinên jinan, mudaxile dikin, bê guman em rastî endamên malbatê tên."
Meryema Aslanê detsnîşan kir ku her roj ji ber tundiya mêran gelek jin jiyana xwe ji dest didin û got ku sedema vê yekê polîtîkayên dewletê ne. Meryema Aslanê got: "Pakêtên ku ji hêla dewletê ve hatine pêşkêşkirin her carê bûne sedema bûyerên cuda û tirsnak. Me dît ku her pakêtek ku wan pêşkêş kirine qanûnên ku jinan hepsî dikin dihewîne. Me dît ku sala 2025 ji bo jinan saleke komkujiyan bû. Mêran bi saya polîtîkaya bêcezatiyê hêzê bi dest xistin. Ew bi hêsanî dikarin sûc bikin. Serlêdanên ku em distînin vê yekê bi zelalî nîşanî me didin."
150 SERLÊDAN
Meryema Aslanê diyar kir ku fermanên dûrxistinê yên ku jinan li dijî sûcdaran wergirtine di pratîkê de têr nakin û jinan naparêzin û wiha domand: "Sala 2025 salek bû ku hejmara mirinên jinan zêde bû. Wekî Komeleya Jinan a Stêrk, me di sala 2025'an de 150 serlêdan wergirtin. 16 ji van mirinên gumanbar ên jinan bûn. Di nav wan de gelek cureyên tundûtûjiyê hebûn. Ji sedî 75 bi tundûtûjiya fizîkî ve girêdayî bûn. Bi pêşkeftina teknolojiyê re, tundûtûjiya dîjîtal a li dijî jinan jî derketiye holê. Jin her salê zêdetir rastî cureyên din ên tundûtûjiyê û pir kûr tên. Dewlet ji bo parastina jinan qanûnan dernaxe. Ne tenê bi rêya qanûnan parastinê peyda nake, di heman demê de ji qanûnên heyî, wekî Peymana Stenbolê, jî vekişiyaye."
MA / Ozlem Yacan