AMED - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya ÎHD'ê Ercan Yilmaz bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di dema êrişên HTŞ'ê yên li ser Helebê de û got: "Em hewl didin ku mekanîzmayên navneteweyî li dijî binpêkirinên ku çêbûne çalak bikin."
Di 6'ê Çileyê de, HTŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, êriş li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk anîn. Di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn û bi sedan kes jî hatin revandin. Komên ku çekên giran bi kar anîn, malên sivîlan û her wiha deverên sivîlan ên wekî nexweşxane bombebaran kirin. Piştî komkujiya li Helebê, heman koman êrişî deverên Dêr Hafir û Bendava Tişrînê jî kirin û deverên sivîlan kirin hedef.
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)Ercan Yilmaz li ser êriş û binpêkirinên mafên mirovan axivî.
Yilmaz diyar kir ku êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, piştî êrişên li ser Durzî û Elewiyan, ne tesadufî bûne û got ku rêveberiya nû xwedî nêzîkatiyek nebû ku avaniya piralî an demokrasiya Sûriyeyê bide pêş. Yilmaz hişyar kir ku pêşketinên li Sûriyeyê dê pirsgirêka neçareserkirî ya Kurdan ku ji sedsalekê zêdetir e berdewam dike, hîn kûrtir bike. Yilmaz îşkenceya li Sûriyeyê bi bîr xist û got: "Ev hemû pirsgirêk in ku bi taybetî bandorê li hêrsa Kurdan dikin. Ev kiryar û kiryarên ku di qanûna navneteweyî de wekî sûcên şer tên pênasekirin in. Li vir êrişek li dijî rûmeta mirovan heye. Îşkence, êrişên li ser cenazeyan û kiryarên din ên bi vî rengî ku divê tu mirov bêyî ku nasnameya wan a etnîkî çi be, rastî wan neyê, binpêkirinek giran a mafên mirovan in."
Yilmaz destnîşan kir ku ew hewl didin mekanîzmayên navneteweyî li dijî binpêkirinên ku qewimîne çalak bikin û got ku êrişên li Sûriyeyê û dîmenên ku bi raya giştî re hatine parvekirin xwedî potansiyela ku bibin sedema hêrseke cidî ne û divê ev yek neyê paşguhkirin. Yilmaz got: "Ger li vir dewleteke nû ya Sûriyeyê were damezrandin, bi rastî jî pêwîst e ku polîtîkayên zordar ên ku rejîma Baas bi dehan salan dimeşand, werin terikandin. Ger em behsa civatekê dikin ku her kes bi nasname, ziman û çanda xwe heye; hêzên ku divê bibin yek û vê baweriyê xurt bikin Kurd in."
'DIVÊ TIRKIYE ROLEKE BÊALÎ Û NAVBEYNKAR BIGIRE'
Yilmaz diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê tenê bi çareseriyek di nav sînorên Tirkiyeyê de ne mimkun e û got ku rageşiya di navbera Tirkiye û rêveberiya Rojavayê de dê bandoreke neyînî li ser têkiliyên Tirkiyeyê bi Kurdên li Tirkiyeyê re bike. Yilmaz got: "Ji ber ku pirsgirêka Kurd divê bi tevahî were çareserkirin. Destpêkirina diyalogê tenê bi Kurdên ku di nav sînorên Tirkiyeyê de dijîn re, lingê pirsgirêkê netemam dihêle. Ji ber vê yekê, mîsyoneke Tirkiyeyê heye ku rageşiya di vê mijarê de bi dawî bike û di navbera aliyan de wekî navbeynkar tevbigere. Di vî warî de, li şûna ku li kêleka Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û komên din helwest bigire, divê Tirkiye roleke bêalî û navbeynkar bilîze."
Yilmaz destnîşan kir ku Kurdên li Tirkiyeyê dijîn bi Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re têkiliyeke hestyarî ya xurt heye û got: "Binpêkirinên mafên mirovan û tundiya ku li wir diqewime li vir kûr tê hîskirin. Welatiyên li vir bi têkiliyeke hestyarî ya kûr nêzî vê mijarê dibin."
Yilmaz diyar kir ku der barê êrişan de berpirsiyariyên cidî yên NY'yê hene û destnîşan kir ku divê Sekreterê Giştî yê NY û komîteya mafên mirovan di vê mijarê de roleke çalak bilîzin.
Yilmaz bilêv kir ku wekî ÎHD'ê ew têkildarî vê meseleyê "nehstiyarî û alîgirbûna" civaka navneteweyî bişikînin û got ku divê helwesteke ku pîvanên gerdûnî yên mafên mirovan esas digire hebe. Yilmaz got: "Em hewl didin ku mekanîzmayên navneteweyî li dijî binpêkirinên ku çêbûne çalak bikin."
MA / Rûkiye Payiz Adiguzel