HSD: Li dijî êrişên HTŞ’ê yên li ser Dêr Hafirê tevdîr hatin girtin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - HSD'ê diyar kir ku HTŞ bi êrişên li ser Dêr Hafirê hewl dide ku zextê li şêniyan bike ku bi zorê bên koçberkirin.  

 
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çekdar ên ser bi Hikumeta Demkî Ya Şamê bi topan bombardûman li ser cih û warê sivîlan ên li bajarên Dêr Hafirê kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin, bi rêya êrişan tê xwestin ku zext li ser gel bê kirin û bi zorê bê koçberkirin.
 
Hate ragihandin ku di nava saetekê de zêdeyî 20 top li Dêr Hafirê hatin barandin, her wiha bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êriş hatin kirin. HSD'ê diyar kir ku ev rewş gefeke yekser li jiyana sivîlan dixwe û bi zanebûn êriş li dijî cihê sivîlan tê kirin.
 
Li gorî daxuyaniyê, hêzên HSD'ê rewşa li qadê ji nêz ve dişopînin û ji bo ewlehiya bajêr û şêniyan tedbîrên pêwîst bi dewamî werdigirin.