Welatiyên Amedê: Tenê Abdullah Ocalan dikare aştiyê pêk bîne

Parve bike:
AMED - Welatiyên Amedê diyar kirin ku divê Abdullah Ocalan azad bibe û gotin: “Tenê rêzdar Abdullah Ocalan dikare aştiyê pêk bîne.”
 
Gelê Amedê der heqê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û pêknehatina hevdîtina şandeyê bi Abdullah Ocalan re, domandina tecrîdê, êrişên HTŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axivîn û diyar kirin ku ger azadiya Abdullah Ocalan pêk were dikare aştiyekî mayînde pêk bîne.
 
Herwiha welatiyên Amedê, bertek nîşanî avêtina cenazeyê Zeynep Kirdelî ji avahiyê dan. Welatiyan qala banga Abdullah Ocalan û girîngiya wê ya ji bo aştiya gelê herêmê kirin û ev tişt gotin: “Ji ber vê yekê divê rêzdar Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bin. Rêzdar Ocalan dikare pêşiya bahozê bigire. Ger rêzdar Ocalan azad nebe Kurd dê winda bikin lê Tirkiyeyê bêtir winda bike. Ger rêzdar Ocalan azad bibe aştiya ku dê di nava salekî de pêk bê, dê di mehekî de pêk were. Ger Tirkiye bixwaze ji bahoz û bablîsokê xwe biparêze divê pêşiya rêzdar Ocalan vebike. Rêzdar Ocalan dikare aştiyê bîne lê ne bi tecrîdê divê azad be, ku were nava gelê Amedê dê aştiyê bîne.”