Senator Graham Tirkiye û Şara hişyar kir: Biryarekî aqilane bidin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Senatorê Amerîkî Lindsey Graham diyar kir ku ger êrişên HTŞ û Tirkiyeyê li dijî Kurdan zêde bin dê bi xwe re dînamîkî nû biafirîne û dê aliyên demokrat û komarî li hemberî êrişan derkevin û got: Biryarekî aqilane bidin.”

 
Piştî êrişên çeteyên HTŞ’ê û SMO’yê yên li dijî taxên Kurdan ên Helebê, êrişên niha yên li derdora Dêr Hafir û Meskeneyê didomin, rayedarên Amerîkî dilgiraniya xwe tînin ziman û ji bo Kurdên li Sûriyeyê, hişyariyan didin Şamê û Enqereyê. Endamê Kongreya Amerîkayê ango senator Lindsey Graham li hesabê xwe yê X’ê ragihand ku eger êrişên li ser Kurdan zêde bibin, ew dê li dijî vê yekê derkevin û diyar kir ku tenê Kurd dikarin girtiyên DAIŞ’ê di bin kontrolê de bigirin.
 
Lindsey Graham da zanîn ku dilgiraniya xwe ya li ser hevkariya hikûmetên Sûriye û Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan anî ziman û wiha got: “Wekî ku min berê jî gotibû, ez her ku diçe zêdetir dilgiran dibim ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re lihevkirinekê dike da ku hêza leşkerî li dijî Kurdên Sûriyeyê bi kar bîne. Kurd di têkbirina mayînde ya DAIŞê ya li Sûriyeyê de hevpeymanên me yên herî xurt in.”
 
Graham bal kişand ser metirsiya girtiyên DAIŞ’ê ku di destê HSD’ê de ne û wiha got: “Kontrola nêzîkî 9 hezar girtiyên DAIŞ’ê yên herî xeter di destê wan (HSD) de ye. Ji bo berjewendiya ewlehiya me ya neteweyî ya jiyanî girîng e ku ev girtî venegerin qada şer.”
 
DÊ DÎNAMÎKEKÎ NÛ BIAFIRÎNE
 
Graham diyar kir ku ew piştgiriyê didin ku şansek ji bo hikûmeta demkî ya Sûriyeyê were dayîn û ev hişyarî kir: “Lê belê eger êrişên hêzên Sûriyeyê yên bi piştgiriya Tirkiyeyê li dijî Kurdan zêde bibin, ev dê dînamîkeke nû biafirîne. Ez bawer dikim ku dê piştgiriyeke berfireh û kûr a her du partiyan (Komarî û Demokrat) hebe da ku li dijî kiryareke wiha derkevin.”
 
BIRYAREKÎ AQILANE BIDIN
 
Graham di dawiya peyama xwe de bi awayekî zelal red kir ku girtiyên DAIŞ’ê radestî Tirkiye an Sûriyeyê bên kirin û got: “Eger kesek bawer dike ku ez an hevkarên min di vê qonaxê de dê rihet bin ku girtiyên DAIŞ’ê li şûna Kurdan ji aliyê artêşa Sûriyeyê an Tirkiyeyê ve werin kontrolkirin, hûn gelekî şaş in. Biryarekî aqilane bidin.”