Çalakiyên li Îran û Rojhilatê di roja 22'yemîn de didomin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN- Xwepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê di roja 22'yemîn de berdewam dikin. Li gorî rêxistinên mafên mirovan, di êrişên rejîmê de herî kêm 3 hezar û 120 kes hatine kuştin û zêdetirî 24 hezar kes hatine binçavkirin.
 
Xwepêşandanên ku ji 28'ê Kanûna 2025'an vir ve li Îran û Rojhilatê berdewam dikin, tevî destwerdanên dijwar ên rejîmê jî didomin. Tundûtûjiya li dijî kesên ku ji bo protestokirina krîza aborî, zextên siyasî û pirsgirêkên civakî daketine kolanan jî zêde dibe.
 
Li gorî daneyên ku ji hêla Rêxistina Mafên Mirovan HRANA'yê ve hatine parvekirin, di 22 rojan de 24 hezar û 622 xwepêşander hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku di encama êrişên rejîmê de herî kêm 3 hezar û 120 kes hatine kuştin ku 22 ji wan di bin 18 saliyê de ne û bi qasî 3 hezar jî birîndar bûne.
 
QUTKIRINA ÎNTERNETÊ
 
Çapemeniya girêdayî rejîmê dîmenên ku 132 kesên bi zorê "mikurhatin" li wan hat ferzkirin belav kirin û xwepêşandanan wekî "serhildanê" bi nav kir. Girtin û zext ne tenê bi kolanan ve sînordar in; ji bo îfadeyê gazî gelek kesan hatiye kirin. Xetên înternet û ragihandinê yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê hîn jî qutkirî ne û tê gotin ku hêzên rejîmê avêtiye ser malen ku binesaziya wan a ragihandinê heye. 
 
BAJARÊN ROJHILATÊ
 
Hêzên leşkerî li bajarên Rojhilatê hatibin zêdekirin û ligel vê kolan û rê 24 saetan tên çavdêrîkirin. Hat ragihandin ku ji bo belavkirina xwepêşandanan gaza rondikrêj û çekên curbicur tên bikaranîn û mal û kargehên xwepêşanderan bi boyaxên taybet tên nîşankirin.
 
GEFÊN REJÎMÊ
 
Rêberê olî yê Îranê Alî Xameneyî, di daxuyaniyekê de ku bi rêya çapemeniya dewletê hat weşandin, xwepêşanderan wekî "alozker û piştgirên biyanî" bi nav kir. Serdozgeriya Tehranê jî, îdiayên cezayê darvekirinê li dijî xwepêşanderan red kir û diyar kir ku gelek dosye ji darazê re hatine şandin. 
 
DAXUYANIYA TRUM
 
Serokê DYA'yê Donald Trump li ser xwepêşandanên li Îranê Xameneyî hedef girt. Trump di hevpeyvîna xwe ya bi POLITICO re got: "Xameneyî mirovekî nexweş e, divê welatê xwe bi rêkûpêk bi rê ve bibe û dev ji kuştina mirovan berde. Dem hatiye, Îran li rêbertiyeke nû bigere."