Li Wanê 3 zarok hatin girtin

Parve bike:
WAN - Li Wanê, di protestoyên li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 3 zarok hatin girtin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Wanê, têkildarî protestoyên ku li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn lidarxistin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" lêpirsînek da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, di 14’ê Çileyê de di serdegirtinên ser malan de 6 zarok hatin binçavkirin.
 
Her 6 zarok piştî îfadeyên li dozgeriyê, sewqî Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya Wanê hatin kirin. Dadgeriyê der barê U.E., H.C., û M.Ş. de biryara girtinê da; zarokên bi navê N.Ç., H.K. û A.K. jî bi şertê "kontrola edlî" serbest berdan.