Tamer ê HPG'î li Enqereyê hete bibîranîn

Parve bike:
ENQERE - Tamer Koç ê HPG'î bi munasebeta salvegera şehadeta xwe li Enqereyê hate bibîranîn.
 
Endamê HPG Tamer Koç (Mîhralî Yilmaz) di 14'ê Çileya 2025'an de li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê di êrişek hewayî de jiyana xwe ji dest dabû. HPG di meha Îlonê de ragihandibû ku endamê wan Tamer Koç di pêvçûne de jiyana xwe ji dest daye. Malbata Tamer Koç bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta lawê xwe, mewlûd da. Malbatê li mala xwe mewlûd da. Malbat û xizmên Tamer Koç, Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê û gelek kes tev li mewlûdê bûn.
 
Di mewlûdê de dua hatin xwendin û piştre jî sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Tamer Koç dikir, hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê beşdaran bertek nîşanî êrişên çeteyên HTŞ'ê û SMO'yê yên li dijî Rojava dan. Mewlûd bi axaftinan bi dawî bû.