HSD: Êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li Reqayê hate têkbirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Şaneyên DAIŞˊê li bajarê Reqayê êrİşê HSDˊê kir. HSDˊê ragihand ku êriş hatine tekbirin, operasyonên serdegirtina şaneyan dewam dike.

 
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku komekî şaneyên rêxistina DAIŞˊê ya terorîst êrişê hêzên HSDˊê yên li bajarê Reqayê kiriye, lê hêzan wan êrişa çeteyan têk birin.
 
Navenda da zanîn ku di van kêliyan de hêzên HSDˊê operasyonên paqijkirinê û serdekirina şaneyan dane destpêkirin.