Rêveberiya Xweser li Cizîrê qedexeya derketine derve ragihand

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê qedexeya giştî ya derketina derve li bajar û bajarokên kantonê ragihand.
 
Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armnaca parastina ewlehî û aramiyê, îro qedexeya giştî li tevahî bajar û bajarokên kantonê ragihand.
 
Desteyê da zanîn ku qedexe ji saet 07.00an êvarê heta bi saet 07.00an sibehê ye, tenê çûn û hatin ji hêzên leşkerî û ewlehî re rawa ye.
 
Desteyê bang li şêniyan kir ku pabendî talîmatên derketine bin û niha jî ev biryar heta demeke nediyar dikeve pratîkê.