Nûnertiya Rêveberiya Xweser: Dê HSD şerê man û nemanê bide

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê PYD'ê yê Herêma Federe ya Kurdistanê Cawîdan Kemal ji Silêmaniyê diyar kir ku HSD dê li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê man û nemanê bide û got: "Îro gel bi komkujiya çeteyên Colanî re rû bi rû ne. Armanca wan tunekirina Kurdan e."
 
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Başûr ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê bê kirin li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê daxuyanî da. Nûnerê PYD'ê yê Başûr Cawîdan Kemal, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Başûr Mihemed Ala, Nûnera Kongreya Star li Silêmaniyê Necme Eloş amade bûn. Di civîna çapemeniyê de bi zimanê Kurdî û Erebî daxuyanî hatin dayîn.
 
Nûnerê PYD’ê yê Başûr Cawîdan Kemal axivî û got: “Em bang li gelê Kurd dikin ku piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin. Em ji gelê xwere piştrast dikin ku dê HSD şerê man û nemanê bide. Em ê heta damla dawî ya xwîna xwe parastinê li Kurdistanê bikin.”
 
Cawîdan Kemal da zanîn ku dijminê sereke yê Kurdan dewleta Tirk e û ev plana êrişê ya li dijî gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin û piştgiriya HTŞ'ê dikin.
 
Di dewamê de Cawîdan Kemal bang kir û got: “Em li Başûrê Kurdistanê bang li gelê xwe dikin ku hem li navxwe hem jî li dervey welat piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin. Ji ber ku niha rûbirûyê komkujiya çeteyên Colanî tên. Yek armanca van çeteyan heye ew jî tinekirina gelê me ye.”
 
Nûnerê PYD'ê Cawîdan Kemal bang li serokatiya Herêma Kurdistanê kir ku deriyê sinorî yê Sêmalka li pêş gel veke daku ji bo piştgiriya Rojava derbas bibin. Cawîdan bang li gelê Başûr jî kir ku ji bo parastina deskeftiyên Kurdan derbasî Rojava bibin.
 
Nûnerê PYD’ê yê başûrê Kurdistanê ev bang li hêz û gelê Başûrê Kurdistanê kir: “Em bang li Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî, Serokê YNK'ê Bafil Talabanî û Tevgera Azadiya Kurdistanê dikin ku hêzên pêşmerge û gerîla ji bo piştgiriya Rojava bişînin. Ji ber ku gelê me niha şerê man û nemanê dike. Her wiha em bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê dikin ku di vê dema zehmet de dakevin ser cadeyan, li ber balyozxane û nûnertiyên welatên cîhanê kom bibin. Daku ji hemû cîhanê re rabigihînin ku metirsiyek mezin li ser gelê me heye.”
 
Di dawiyê de jî Cawîdan Kemal got: “Xwesteka dijminên Kurdan tinekirina doza Kurd e, lê em li vir radigihînin ku em ê şerê man û nemanê bikin û em piştrast dikin ku serkeftin ya me ye.”