Endamên Navenda Dîcle û Koma Cûdî tevlî seferberiyê bûn
- Rojane
- |
- 18 Çile 2026 19:09
- |
NAVEDA NÛÇEYAN - Endamên Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê û Koma Cûdî tevlî seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihandiye bûn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberiya giştî ragihand û diyar kir ku pêwîst e gel li kêleka HSD û YPJˊê bisekinin û banga berxwedanê li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir.
Bi armanca bersivdana banga Rêveberiya Xweser endamên Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê û Koma Cûdî ya Dêrkê ya kantona Cizîrê tevlî seferberiya giştî bû û li kêlek HSDˊê û YPJˊê sekinî.
Li pêş Navenda Dîcle daxuyaniyek hat xwendin, endaman bang li gelê herêmê kir ku hişyar bin û tevlî seferberiya giştî bin.