Hikûmeta Demkî peyman ragihand, ji aliyê HSD’ê ve daxuyanî nehatiye dayîn

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara, metna peymana agirbest û entegrasyonê parve kir ku tê îdiakirin bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re hatiye îmzekirin. Heta niha ji aliyê HSD’ê ve daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

 
Di parvekirina li ser hesabê X'ê yê Serokkomariya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, metna peymanê hat weşandin û hat gotin: “Serokkomar Ehmed El Şara, peymana agirbestê û entegrasyona tam a Hêzên Sûriyeya Demokratîk di nava saziyên dewleta Sûriyeyê de îmze kir.”
 
Metna bi sernavê "Peymana Agirbest û Entegrasyoana Tam" hatiye parvekirin wiha ye:
 
"Xala Yekemîn: Di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li hemû enî û nuqteyan têkiliyê agirbestekî giştî û lezgîn tê ragihandin. Di heman demê de, vekişîna hemû pêkhateyên leşkerî yên girêdayî HSD’ê ji herêmên rojhilatê Sûriyeyê, wekî gavekî ji bo ji nû ve bicihbûnê tê qebûlkirin.
 
Xala Duyemîn: Walitiya Dêrezorê di warê îdarî û leşkerî de tavilê radestî hikûmeta Sûriyeyê dê bê kirin. Di vê çarçoveyê de, mîsogeriya dewama xebatên saziyên sivîl û rêveberiyên herêmî tê dayîn û wezareta peywendîdar wezîfeyên xwe dewr werdigire.
 
Xala Sêyemîn: Hemû saziyên sivîl ên bajarê Hesekê di nava saziyên dewletê û îdarî yên Sûriyeyê de dê bên entegrekirin.
 
Xala Çaremîn: Hikûmeta Sûriyeyê deriyên sînor, qadên petrolê û çavkaniyên xaza xwezayî dewr digire; ewlehiya van deran ji aliyê hêzên rêkûpêk ve tê dabînkirin.
 
Xala Pêncemîn: Hemû endamên leşkerî û ewlehiyê yên HSD’ê di nava Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Hundir de tên entegrekirin. Pile û statuyên wan tên parastin û dê wezîferdakirina wan  li herêmên Kurdan bê esas girtin.
 
Xala Şeşemîn: Rêveberiya HSD’ê li xwe digire ku piştgirî nede bermahiyiyên rejîma kevin û van hêzên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bêçek bike û belav bike.
 
Xala Hevtemîn: Ji bo tayînkirina waliyekî nû ji bo Hesekê biryarnameyekî serokkomariyê dê bê derxistin da ku beşdariya siyasî û temsîliyeta herêmî were mîsogerkirin.
 
Xala Heştemîn: Bajarê Kobanê ji çekên giran û leşkerî dê bê paqijkirin, dê ji xelkê bajêr hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Karên Hundir, wekî polîsên herêmî bên avakirin.
 
Xala Nehemîn: Dosyaya girtiyên DAIŞ'ê û kampan, tevî hêzên parastina kampan, bi temamî radestî hikûmeta Sûriyeyê dê bê kirin.
 
Xala Dehemîn: Lîsteya namzetên ku ji aliyê rêveberiya HSD’ê ve hatiye pêşkêşkirin tê qebûlkirin, ev kes di nava dewletê de di pileya bilind ên leşkerî û sivîl de tên tayînkirin.
 
Xala Yezdemîn: Biryarnameya Serokkomariyê ya hejmar 13 a sala 2026'an bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin. Ev biryarname, naskirina mafên çandî û zimanî yên Kurdan, nirxandina dosyayên hiqûqî û sivîl ên girtiyan û vegerandina mafên milkîyetê ku ji ber peymanên berê derketine holê, lixwe digire.
 
Xala Dozdemîn: HSD li xwe digire ku ku endam û rêveberên PKK'ê yên ne hemwelatiyên Sûriyeyê ne ji sînorên Sûriyeyê derxîne. Tê destnîşankirin ku ev yek ji bo serweriya welat û aramiya welatên cîran pêdiviyek e.
 
Xala Sêzdemîn: Dewleta Sûriyeyê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê wekî endamekî koalîsyona navdewletî didomîne û kordînasyona bi DYA’yê re berdewam dike.
 
Xala Çardemîn: Ji bo vegera bi rûmet û ewle ya gelê Efrîn û Şêxmeqsûdê xebatên pêwîst dê bên kirin."
 
Heta niha ji aliyê HSD'ê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.