KNK’ê banga seferberiya giştî kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bang li her kesî kir ku xwedî li biryara seferberiya giştî ya neteweyî ya Rêveberiya Xweser derkevin û got: "Gelê Kurdistanê xwedan wê biryar û îradêye ye ku ku tekoşîna azadî û rizgarîyê bidomîne."
 
 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li ser rûdanên nû, alozî û metirsîdarîyên li ser destkeftîyên li Rojavayê Kurdisanê civîya û rewşa heyî nirxand û têkildarî civînê daxuyaniyekî nivîskî da.
 
KNK’ê diyar kir ku ew biryara Reveberîya xweser ya seferberya giştî di cîh de dibînin û wiha got, “KNK’e bi hemû hêza xwe piştgirîya biryara Seferberîya Giştî ya Neteweyî ji bo destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê radighîne û bang li hemû partî, rêxistin, sazîyên civakî û gelên Kurdistanê li nav welat û li diaspora Kurdistanî dike da ku bi xurtî tevlî seferberîya niştimanî ya giştî bibin.
 
 Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd di tekoşîna azadî û rizgarîyê de bedelên mezin daye û bawerî bi îradeye xwe anîye û wiha hate gotin, “Siyaseta navdewletî careke din bes li gor berjewendîyên xwe tevgeriya û erka xwe ya exlaqî û mirovî li hemberî Kurdan bicîh neanî. Gelê Kurdistanê xwedan wê biryar û îradêye ye ku ku tekoşîna azadî û rizgarîyê bidomîne.
 
Em vêya jî baş dizanin ku şerê li dijî destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê bi serpereştîya dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ya siyasî, diplomatîk, aborî û teknîka leşkerî ligel komên çeteyên cîhadîst û DAIŞ’ê hatîye destpêkirin û bi berdewam dike
 
KNK’ê ev bang kir, “Banga me ji bo hemû gelên Kurdistanê û kesên xwedî wijdan ew e ku li hebûna xwe xwedî derkevin çi ji destê we tê bikin. Roj roja xwedî derketina li Rojavayê Kurdistanê ye. Roj roja xwedî derketina rûmeta Kurd û Kurdistanê ye.”