Mazlûm Ebdî: Em ê destkeftiyên xwe heta dawiyê biparêzin, hêza me heye

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî got: “Em ê heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin. Çi ji destê me bê em ê bikin, hêza me ji bo vê yekê heye.”

 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, têkildarî êrişên HTŞ û hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevdîtina ku dê li gel Şamê were kirin daxuyanî da.
 
Mazlûm Ebdî wiha axivî: “Ji 6’ê Çileyê ve em di nava şerekî de ne. Ev şer li ser me hat ferzkirin. Gelek şehîd û birîndarên me hene. Em şehîdên xwe bi bîr tînin. Beriya ku ez sibê biçim Şamê, min xwest hinek agahiyan bidim gelê me. Berî her tiştî, ev şer li ser me hat ferzkirin. Ji bo ku ev şer mezin nebe û nebe şerekî navxweyî, ku ji bo vê hatibû amadekirin û ji bo pêşî li şerekî mezin ê navxweyî were girtin, me biryara vekişîna ji Reqa û Dêrezorê ber bi Hesekê ve da. Em ê heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin. Çi ji destê me bê em ê bikin, hêza me ji bo vê yekê heye. Ev berxwedan e, ez bawer dikim çawa ku me di 14 salên derbasbûyî de em bi ser ketin, em ê ji niha û pê ve jî bi ser bikevin.”
 
Herwiha Ebdî got: "Piştî ku em ji Şamê vegeriyan, em ê der barê naveroka peymana hatî çêkirin de daxuyaniyê bidin."