Hêzên HSD’ê xwe ji Girtîgeha Eqtanê vekişand
- Rojane
- |
- 23 Çile 2026 09:30
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên HSD’ê ji saetên serê sibehê ve xwe ji Girtîgeha Eqtanê vekişandin Kobanê.
Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê ku bi hezaran DAIŞ’î tê de tên ragirtin, çend roj bû di bin dorpêça HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de bû. Bi roja ye li dijî girtîgehê êrişên dijwar tên kirin. DAIŞ’iyên di girtîgehê de gelek caran hewl dan ji girtîgehê birevin. Lêbelê şervanên HSD û YPG-YPJ’ê di encama berxwedaneke bêhempa de ev hewl dan vala derxist.
Şervanên HSD, YPG-YPJ’ê îro di danê sibehê de xwe ji girtîgehê vekişandin bajarê Kobanê.