ERDEXAN/ÎDIR – Welatiyên Erdexan û Îdîrê ji bo piştgiriya Rojava banga tevlibûna mitînga “Hêvî û Azadiyê” kirin.
HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li ser Rojava didome. Welatiyên Erdexan û Îdîrê li dijî êrişan bertek nîşan dan û gotin dê bi serketina Kobanê ve encam bibe û ji bo mitînga “Hêvî û Azadî” ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 25’ê Çileyê de li Amedê bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Erdexanê Engîn Çelîk got: “Li dijî gelê Rojava carekî din qirkirinekî rû dide. DAIŞ vê carê veguheriye HTŞ’ê. Çiqas hovê cîhanê hebin niha li wir kom bûne û gel qetil dikin. Ne li dijî zindî ne miriyan rêza wan heye wehşetê disepînin. Ev wehşet li pêşberî çavên her kesî tên kirin. Gel bi qirkirina van hovan re rû bi rû ye. Niha li Kobanê ne înternet, ne av ne jî ceyran heye. Bêndegmayîna li hemberî vê dê sibe bibe sedema encamên giran. Gelê Kurd li dijî DAIŞ’ê 13 hezar şehîd dan û wan hovan dan rawestandin. Tiştên ku HTŞ dike pratîkên DAIŞ’ê ne. Ji bo xwedîderketina rûmetê, em ji bo piştevaniya bi Rojava re bang dikin.”
‘JI BO ÇI HÛN PIŞTGIRIYÊ DIDIN HTŞ’Ê?’
Latîf Gokdemîrê ji Xoçvanê ev tişt got: “Ciwanên me ji bo xilaskirina rûmeta mirovahiyê canê xwe dan. Ez bangî kesê ku dibêjin xwîna ‘Kurd û Tirkan li hev heram e’ dikim; nexwe hûn çima piştgiriyê didin HTŞ’ê. Erdexan û Amed çi be Rojava jî ji bo me heman e. Bijî berxwdana Rojava.”
Umît Evliyaoglu wiha axivî: “Em bi ruh û wijdan li Rojava ne. Berxwedana me xurt e û ev ê bi yekitiya netweyî ve bi encam bibe. Dê bi paradîgmaya rêzdar Ocalan ve gelên bibin yek û serketinekî mezin bi dest bixin. Bijî Kurd û Kurdistan.”
‘BILA MIRINA ME BI RÛMET BE’
Latîfe Karatekînê diyar kir ku li dijî Kurdan qirkirin hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Em ji gundê Hacelya yê Erdexanê bangî gelê Rojava dikin. Em qetliamên gelê wir dema dibînin kezeba me dişewite. Em bi wan re ne. Heta dilopek xwîna me hebe em ê bi wan re bin. Ger em bimrin jî bila bi rûmet be. Em aştiyê dixwazin. Em wek dayik naxwazin zarokên me birimin. Ji bo pişgiriya Rojava em bangî her kesê dikin.”
Welatiyên bi navê Çetîn Çitak anî ziman ku li dijî Kurdan qirkirin hatiye destpêkirin û ev tişt got: “Gelê Kurdistanê li dijî vê zilmê têdikoçe Li dijî qirkirinê divê cîhan berpirsiyariyê li xwe bigire. Em ê li dijî vê qirkirinê di 25’ê Çileyê de li Amedê bicivin û dengê xwe ji bigihînin cîhanê.”
‘LI AMEDÊ EM Ê BERSIVA HERÎ XURT BIDIN DIJMINÊ XWE’
Ayşe Bagişê rave kir ku li Rojava gel berxwedanekî mezin nîşan dide û wiha axivî: “Niha, fena avê li ser masiyan bibire av, ceyran û înterneta Kobanê birîne. Em ê kiryarên van hovan tu carî ji bîr nekin. Îroja roja namûs û şerefê ye. Em ê rojekî bimirn lê bila ev mirin bi rûmet be. Em ê di 25’ê Çileyê de li Amedê bersiva herî xurt bidin dijminê xwe. Kobanê neket û dê tu car nekeve.”
‘LI DIJÎ QIRKIRINÊ EM LI AMEDÊ BICIVIN’
Yildiz Tendîk Parînê jî wiha got: “Li Rojava li dijî gelê sivîl êriş tên kjirin. Di van êrişan de jin, ciwan û zarok tên qetilkirin. Mitînga ku dê li Amedê bê kirin dê bibe dengê Rojava. Em hemû gel vedixwîni wir.” Welatiyê bi navê Musa Kurt jî got: “Em qetlîaman şermezar dikin. Ji bo em nerazîbûna xwe nîşan bidin em ê li Amedê bicivin. Em hemû gel vedixwînin mitîngê.”