Prof. Dr. Ergîl: Rêya çareseriya mayinde ya li Sûriyeyê rêveberiya xweser e

Parve bike:

KONYA - Prof. Dr. Dogu Ergîl, diyar kir ku rêya çareseriya mayinde ya li Sûriyeyê pergala rêveberiya xweser e û got: “Li cihekî mîna Sûriyeyê ku ji hêla çand û etnîkî ve cur bi cur e, ne tiştekî aqilane ye ku ji hêla îdeolojiyeke olperest û bi zordar ve were birêvebirin.” 

 
Zanyarê Siyasetê Prof. Dr. Dogu Ergîl, têkildarî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên ser rojavayê Kurdistanê axivî. Ergîl, anî ziamn ku Tirkiye hêj niha jî HSD’ê weke gefekê dibîne û îşaret bi zemîna hevnegirtî ya navneteweyî kir. Ergîl, diyar kir ku di navbera welatan de ne dostanî lê careke din îsbat bû ku berjewendî girîng in. Ergîl, destnîşan kir ku HSD hêj jî hêzeke cidî ye lê ji piştevaniya hêza navneteweyî ku vê hêzê veguherîne destkeftiyekê bêpar e. 
 
ROLA TIRKIYEYÊ YA DI ÊRIŞAN DE
 
Di berdewama axaftina xwe de Ergîl, destnîşan kir ku Tirkiye demekî dirêje bi nêzikatiya “Yekparetiya axa Sûriyeyê û yek artêş” nêzî Sûriyeyê dibe û ev nêzîkatî îro ji hêla Şamê ve bi awayekî fiîlî hatiye cîbicîkirin. Ergîl, wiha domand: “Di vê pêvajoyê de Enqereyê bênavber piştevaniya dîplomatîk, lojîstîk û leşkerî da koalîsyona li Şamê. Nêrîna fermî ya Tirk, her tim her destkeftiya Kurdan weke rêyeke ber bi serxwebûna Kurdan dibîne.”
 
‘NASNAME HAT NASKIRIN LÊ MAF NEHATINE MISOGERKIRIN’ 
 
Di berdewamê de Ergîl anî ziman ku her çend naskirina zimanê Kurdî, ragihandina Newrozê weke roja betlaneya fermî û çareserkirina pirsgirêka hemwelatiyê weke gavên erênî yên Şamê xuya bikin jî ji misogeriya destûra bingehîn bêpar in û got: “Lewma jî ev gav pirsgirêkê çareser nakin. Îro Kurdên li Sûriyeyê bi vê pirsgirêkê rû bi rû ne; rêveberiya xweser bi awayekî fiîlî ji holê rabû û mafên tên naskirin jî tenê soz û di asta biryarnameyan de ne. Temînateke navneteweyî tune ye û tu dewleteke bihêz li pişt van temînatan nasekine. Gelê Kurd jî ji dîrokê vê tecrûbeyê baş dizane; ‘nasnameya hatiye qebûlkirin lê mafên nehatine misogerkirin.’” 
 
‘ÊRIŞ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER NAKE, TENÊ TALOQ DIKE’ 
 
Ergîl, anî ziman ku li Sûriyeyê netewe dewlet xwe jinûve saz dike û ev veguherîn çareseriyê pêş naxe, tenê pirsgirêkê taloq dike. Ergîl, got: “Dibe ku HSD ji hêla leşkerî ve belav bibe û avadaniyên îdarî entegreyî navendê bên kirin lê meseleya Kurd ji holê ranabe. Berevajî vê, dê ev meseleye kêm xuya bike lê dê weke xetekê fayê ya pir kûrtir bidome. Di demekê li Sûriyeyê şer bi dawî dibe de têkoşîna edalet, nûnertî û hemwelatiya wekhev jinûve kete meriyetê. Tenêtiya Kurdan ne tenê ya wan e, her wiha xetereya li ser pêşeroja Sûriyeyê jî nîşan dide.” 
 
‘PERGALA MAYINDE RÊVEBERIYA XWESER E’
 
Ergîl, got ku dê rêveberiya li Şamê demkî be û pergaleke mayinde tenê bi avadaniyeke navendî ya hemû derdorên civakî bi rêveberiyên xwe yên xweser tevli dibin pêkan e. Ergîl, axaftina xwe wiha qedand: “Rêveberiya Şamê, ji komên çekdar ên li Rojhilata Navîn weke ‘cîhadîst’ û li cîhanê jî weke ‘terorîst’ tên naskirin pêk tê. Komên ji refên DAIŞ’ê derbasî El Qaîdeyê û ji wir jî derbasî El Nusra û HTŞ’ê bûyîn in. Armanca HTŞ’ê ew e ku dewletekî Îslamî ya Sunnî ava bike. Bu Li cihekî mîna Sûriyeyê ku ji hêla çand û etnîkî ve cur bi cur e, ne tiştekî aqilane ye ku ji hêla îdeolojiyeke olperest û bi zordar ve were birêvebirin. Rejîma Esad jî zordestî dikir lewma piraniya gel piştgiriya xwe vekişand.” 
 
MA / Zeynep Topdemîr