Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga serhildanê kir

Parve bike:
EDENE - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê bertek nîşanî êrişên ser Rojava û bêdengiya qada navneteweyî dan û bang li Kurdên tevahiya cîhanê kirin ku rabin ser pêyan. 
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştişyê ya Edeneyê bertek nîşanî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê dan. Dayikan, bêdengiya qada navneteweyî û hevkariya wan û Tirkiyeyê ya bi komên paramîlîter re şremezar kir û bang li hemû Kurdên li cîhanê kir ku li dijî êrişan xwedî li Rojava derkevin.