NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KHRAG’ê Mahmoud Patel, diyar kir ku hêzên navdewletî ji ber berjewendiyên xwe li dijî êrişên ser Rojava bêdeng in û got: “Berxwedana Rojava ne tenê Sûriye, hemû dinya rizgar kir. Dê biryardariya gel her tiştekî diyar bike.”
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Hevserokê Koma Çalakiyan a Mafên Mirovan a Kurd (KHRAG) a li Efrîqaya Başûr Mahmoud Patel ku di têkoşîna Efrîqaya Başûr a li dijî rejîma apartheîdê jî cih girtibû, têkildarî êrişan ji ajansa me re axivî.
Patel, got ku êrişên li Sûriyeyê yên li dijî Kurdan ne êrişên nû ne û got ku Tirkiye zêdetirî 10 sal in hewl dide herêmê bike Tirk. Patel; anî ziman ku li Helebê sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin û got: “Dixwazin nasname û çanda Kurdan ji holê rakin. Yek ji mijarên din a girîng jî ew e ku Tirkiye dixwaze pêvajoya aştiyê ya li welatê xwe sabote bike. Tirkiye û tifaqên NATO’yê destûr da rejîma Colanî ku êrişî Kurdan bike. Heke DYA’yê destûr nedabûya dê Tirkiyeyê nekariya vê gavê biavêje.”
‘ŞERVANAN NE TENÊ SÛRIYE HEMÛ DINYA RIZGAR KIR’
Patel, diyar kir ku Erdogan, wezîrên payebilind û generalên Tirkiyeyê ji van binpêkirinên mafên mirovan berpirsyar in û got: “Em dikarin bibêjin ku ev pêvajoya qirkirinê ye. Dema em li daneyên hefteyên dawî dinêrin, vê nîşan didin. Kurdan ji cih û warên wan dikin û dixwazin destkeftiyên Rojava tune bikin. Ji bîr nekin ku yên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirin, yên nehiştin ew bigihijin armanca xwe, şervanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Vê berxwedanê ne tenê Sûriye, her wiha Tirkiye, Iraq, Îran û hemû dinya rizgar kir. Divê em vê fêm bikin.”
‘PEYMANA’ 18’Ê ÇILEYÊ
Di berdewamê de Patel anî ziman ku êrişên heyî li ser sivîlan gefeke mezin e û got ku “peymana” 18’ê Çileyê ku ji 14 xalan pêk tê “peymaneke” yekalî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê peymanê de her tiştekî didin rejîmê û nasname û şertên etnîkî nadin Kurdan. Armanca esasî ya êrişan ew e ku pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê têk bibin, projeya demokrasiyê ya li Sûriyeyê ji holê rakin û pergala civaka wekhev û mafên jinan diparêze hilweşînin.”
Patel, anî ziman ku heke zexta pêwîst ji hêla qada navneteweyî ve neyê kirin, xetere heye ku destkeftiyên Rojava tune bibin û got: “Komên bi piştevaniya leşkerî û îstîxbarî ya Tirkiyeyê tevdigerin, hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Dadgeha Gelan di Adara 2025’an de biryara xwe ya têkildarî van binpêkirinan dabû û ji Çileya 2026’an ve ev êriş dîsa zêde bûn. Qadên sivîlan weke qadên leşkerî hatin ragihandin û tesîsên tenduristiyê hatin tunekirin.”
‘GELÊ KURD KENGÎ BIHÊZ BIBE, KOALÎSYON PIŞTGIRIYA XWE VEDIKIŞÎNE’
Patel, daxuyand ku êrişên heyî berdewamiya polîtîkayên zextker ên Tirkiyeyê ne û got: “Gelê Kurd kengî pêş bikeve, hêzên koalîsyonê wê demê piştgiriya xwe vedikişîne û destûrê dide êrişên hêzên wekîl. Tiştên qewimîn divê weke sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê bên destgirtin. Ez bang li tevahiya dostan, rêxistinên mafên mirovan, NY’ê dikim ku ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên li Rojava rabin ser pêyan.”
BERPIRSYARTIYA NY Û YE’YÊ YE
Patel, îşaret bi piştgiriya welatên rojavayî didin Şamê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Ev piştgirî nayê qebûlkirin. Ev ne tenê berpirsyartiya NY’ê ye, her wiha ya YE’yê jî ye. Fransayê her tim ji ber cisareta şervanên Kurd, behsa projeya Rojava kir. Baş e lê çima niha wan destkeftiyan naxwaze? Van hêzan careke din gelê Kurd tenê hişt. Divê hêzên Kurd, li dijî vê sekna navneteweyî stratejiya xwe nû bike. Berxwedan, jiyanî ye. Dîplomasiya rojavayî tenê berjewendiyên xwe diparêze. Mirov dikare vê weke xiyanetê binav bike. Exlaq û hesta mirovatiyê, ji bo berjewendiyên xwe terikandin. Lewma jî biryardariya gel diyarker e. Divê tifaqên dema pêş pir baş bên nirxandin.
HÛN BI TENÊ NÎNIN, DOSTÊN WE HENE
Gelê Kurd bi tenê nîne. Dostên we yên piştgiriyê didin we hene. Lêbelê yên li qadê û vî barî li xwe digire hûn in; lewma jî biryardariya we dê diyarker be. Gelê Kurd gelekî berxwedêr e, bi dehan sala ye bi ser ket û di wê baweriyê de me ku dê niha jî vê pêvajoyê serkeftî derbas bike.”
MA / Hîvda Çelebî