Ji bo meşa li Stenbolê banga tevlibûnê

Parve bike:

STENBOL - Li dijî êrişên ser rojavayê Kurdistanê dê sibe li Meydana Aksarayê ya Stenbolê meş were li darxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl banga tevlibûna meşê kir. 

 
Platforma Saziyên Demokratîk, HDK û DEM Partî dê sibe li Stenbolê li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê meşekê li dar bixin. Meş dê ji Meydana Aksarayê ber bi Saraçhaneyê ve were lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl diyar kir ku Rojava rûmet e û banga tevlibûnê meşê li her kesî kirin. 
 
Hevberdevka Herêma 1’emîn a Stenbolê ya DEM Partiya Meryem Şayir, anî ziman ku hedefa herî mezin a êrişên ser Rojava, destkeftiyên jina ye. Meryem Şayirê êriş şermezar kir û bang li her kesî kir ku sibê tev li meşa sibê bibin. 
 
Hevberdevka HDK’ê Dîdem Yilmazê jî anî ziman ku dê di 24’ê Çileyê saet di 15.00’ê de li dijî êrişên ser Rojava li Meydana Aksarayê kom bibin û xwedî li berxwedana Rojava derkevin. Dîdem Yilmazê, da zanîn ku gelê Kurd li dijî êriş û şertên teslîmiyetê li ber xwe dide û ew jî bi gelê Kurd re ne. Dîdem Yilmazê bang li hemû şoreşger, demokrat, welatparêz, sosyalîst û mirovan kir ku tevli meşê bibin. 
 
Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Aksoyê jî êrişên DAIŞ’ê yên berê bi bîr xist û got ku HTŞ a xwedî zîhniyeta DAIŞ’ê niha hewl dide Rojava dagir bike û got: “Dixwazin gelê Kurd qir bikin. Wê demê em çawa bi ruhê Kobanê tevgeriyabin, dê niha jî wisa li ber xwe bidin. Em ê sibê ji Aksarayê ber bi Saraçhaneyê ve bimeşin. Rojava rûmet e, roj roja rûmetê ye.”