Graham: Di mijara parastina Kurdan de nêrîneke xurt heye
- Cîhan
- |
- 23 Çile 2026 10:55
- |
ENQERE - Senatorê DYA’yî Lindsey Graham, têkildarî êrişên ser Rojava axivî û got ku di navbera senatoran de ji bo parastina kurdan nêrîneke xurt heye.
Senatorê DYA’yî Lindsey Graham, têkildarî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê, li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyanî da. Graham, got: “Li Senatoyê, eleqeya her du partiyan jî ya ji bo rewşa xerab a li Sûriyeyê zêde dibe. Nêrîna ji bo parastina Kurdan û komên din ên di dema tunekirina DAIŞ’ê de li cem me bûn, her ku diçe xurtir dibe. Rayeyên Senatoyê rast in. Bişopînin.”