‘Bila tavilê Deriyê Murşîtpinar bê vekirin’

Parve bike:

RIHA - Konseya Bajar a Wêranşarê banga bila tavilê Deriyê Sînor ê Murşîtpinar were vekirin kir. 

 
Konseya Bajar a navçeya  Wêranşar a Rihayê  li Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Wêranşarê der barê êrişên li ser Rojava û vekirina deriyên sînor de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartek bi nivîsa "Ji bo alîkariya mirovî sînorê Kobanî vekin" hate hilgirtin û bi domdarî dirûşma "Bijî berxwedana Kobnanê" hate berzkirin.
 
Daxuyanî ji aliyê Serokê Konseya Bajar a Wêranşarê parêzer Serdar Ekîncî ve hat xwendin.