Fermandariya HSD’ê pêşwaziya Wezareta Parastinê kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya HSD’ê, ragihand ku pêşwaziya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê kiriye.
 
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê serdana şendeyeke Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Sûriyeyê de daxuyanî da.
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di çarçoveya pêkanîna xalên peymana 29’ê Çileyê û temamkirina pêvjoya entegrasyonê de, îro fermandariya hêzên me pêşwaziya şendeyeke Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Sûriyeyê kir. Gotûbêjên der barê mijarê berdewam dikin."