Koç ê ku îşkence lê hat kirin, şandin girtîgehê

Parve bike:
ENQERE - Diyar Koç ku di çalakiyên Rojavayê de îşkence lê hat kirin, ji Nexweşxaneya Kampusê ya Girtîgeha Sîncanê hat tabûrcîkirin û ew şandin girtîgehê. 
 
Diyar Koç ê ku di 20'ê Çileyê de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî îşkenceya leşkeran hat girtin û paşê ji bo dermankirinê ew şandin Nexweşxaneya Bajêr a Etlîk a Enqereyê û ji wir jî wî şandin Nexweşxaneya Kampusê ya Girtîgeha Sîncanê, ji vir hat tabûrcîkirin û ew şandin Girtîgeha Hejmar 2 a Sîcanê. 
 
 
Parêzerên wî ku pê re hevdîtin kirin, ragihandin ku tenduristiya wî ber bi başiyê ve diçe.