Li Wan û Sêrtê gelek kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 10 Sibat 2026 14:03
- |
WAN/SÊRT - Îro di danê sibehê de li Wan û Sêrtê bi ser gelek malan de hate girtin û herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.
Polîsan, îro di danê sibehê de li Wanê bi ser malan de girt. Di serdegirtinên malan de ciwanên bi navên Abdullah Gorkan, Ozan Dayan û Hamdullah Kaya hatin binçavkirin. Ciwanên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.
Hat zanîn ku polîsan di danê sibehê saet dora 06.00’ê de de bi ser mala malbata endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Artemêtanê Lorîn Aryen Turgut a li Taxa Koyîçî ya navçeyê de girtin. Di serdegirtina malê de endamên malbatê hatin derbkirin. Polîsên ku deriyê malê şikandin, endamên malbatê li erdê dirêj kir. Lorîn Aryen Turgut li malê nebû û polîsan gefa girtina xwişka wê û kelemçekirina destên endamên malbatê xwar. Hat zanîn ku polîsan bi çekê li serê birayê wê xist û derb kir. Di encama derbkirinê de serê birayê wê şikest. Hat zanîn ku tevî ji polîsan re hate gotin ku emeliyatkirî ye jî, polîsan bi israr li serê wî xistine.
LI SÊRTÊ 5 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Sêrtê jî bi hinceta ku tev li çalakiyên protestoyî yên li dijî êrişên ser Rojava bûne, yek jê zarok 5 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan ên li Taxa Congbayirê ya navendê de 5 kes hatin binçavkirin. Welatiyên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê.