ENQERE - Siyasetmedar Abdulbakî Erdogmûş, diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî qonaxeke jênevegr û got ku heke li ser rapora komîsyon amade dike lihevkirinek çêbibe, dê pêşiya pêvajoyê jî vebe.
Siyasetmedar Abdulbakî têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, êrişên ser Rojava û peymana di navbera HSD û Şamê de nirxand. Erdogmûş, tayînên dawî yên ji bo wezîrtiya karên hundir û wezaretê dadê bi bîr xist û got ku siyaseta Tirkiyeyê ne xwedî qebîliyeta çareserkirina pirsgirêkan e û xwe ji rageşî û aloziyê xweyî dike.
Erdogmûş, diyar kir ku heta niha jî tu îktîdarên Tirkiyeyê pirsgirêkên sereke yên welat çareser nekirine. Bi domdarî Erdogmûş bal kişand ser pêvajoya li Tirkiyeyê û got: “Li gorî min pêvajoya çareseriyê êdî derbasî qonaxeke jêneveger bûye. Lê tevî vê jî astengkirin, vehêlandin û gavên mirov dikare bibêje pêvajoya çareseriyê hêdî dike hene. Dibe ku guherandinên dawî yên wezîran jî ji bo bilezkirina vê pêvajoyê be.”
'A GIRÎNG EW E KU RAPOR BI LIHEVKIRINEKÊ BÊ AMADEKIRIN’
Erdogmûş, diyar kir ku li gorî wî dê di rapora dawî ya ya komîsyona meclisê de pêşniyarên şênber cih negirin û ev tişt anî ziman: “Li gorî min zêdetir dê nirxandin bin. Aliyê herî girîng ê rapora komîsyonê ew e ku rapor di çarçoveyeke lihevkirinekê de were amadekirin. Wê demê heke pêşniyarên şênber tunebin jî divê kesek moralê xwe xerab nekin. Divê gel xwe bêhêvî neke. Dibe ku mijarên weke mafê hêviyê, zagona înfazê, zagona vegera malê û hwd. di raporê de cih negirin. Lê ev nayên wê wateyê ku ev dê nebin. Encama herî girîng a raporê de ew be ku li ser lihevkirinekê bê amadekirin. Ev yek dê pêşiya pêvajoya çareseriyê veke.”
'GEŞEDANEKE PIR ERÊNÎ YE’
Erdogmûş, destnîşan kir ku muzakereyên di navbera HSD û Şamê de barê pêvajoya li Tirkiyeyê jî girtiye û got: “Nêrîna Enqereyê ya li dijî Rojava bipirsgirêk bû. Dê nîqaşên ser Sûriyeyê di demên pêş de jî bidomin. Lê li şûna şer û aloziyê, peymana heyî pir geşedaneke erênî ye. Ev dê bandoreke erênî li Rojava û pêvajoya li Tirkiyeyê jî bike. Kurd, li tu parçeyan ji bo Tirkiyeyê gef nînin. Guherandina vê zîhniyetê dê j bo herêmê encamên erênî bîne.”
'BERDANA ÇEKAN PIR GIRÎNG E’
Erdogmûş, daxuyand ku geşedanên li Sûriyeyê dê bandoreke erênî li pêvajoya Tirkiyeyê bike û axaftina xwe wiha qedand: “Encamên pêvajoyê yên erênî hene. Sekinîna şer û pevçûnan bi tena serê xwe pir girîng e. Xwefesixkirina PKK’ê, guhdarîkirina li gotinên lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan û hwd. pir erênî û girîng in. Divê rapora tê amadekirin xîtabî her kesî bike.”
MA / Omer Gungor