MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak, diyar kir ku DMME’yê têkildarî Abdullah Ocalan biryara binpêkirina “mafê hêviyê” daye û Tirkiye mecbûr e ku di vê mijarê de verasetkirinên zagonî bike.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), 12 sal berê têkildarî cezayê “bêyî derfeta tehliyeyê hebe dê di girtîgehê de bimîne” ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn, binpêkirina “mafê hêviyê” da. Tevî biryarê jî heta niha Tirkiyeyê tu gavek neavêtiye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku biryarên DMME’yê dişopîne û xwedî mafê mueyîdeyan e jî niha “mafê hêviyê” girtiye rojeva xwe.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak, têkildarî “mafê hêviyê” axivî. Çakmak, anî ziman ku di hiqûqa navneteweyî de cezayê girtîgehê yê heta mirinê di çarçoveya îşkence û sepana li dijî rûmeta mirovahiyê tê nirxandin. Çakmak, îşaret bi biryarên DMME’yê kir û got: “Hemû dewletan cezayeke li gorî hiqûqa xwe diyar kir û piştî ev ceza temam bû jî girtiyan ber dide. Ev biryar jî xwe dispêrin Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME). Hemû endamên Konseya Ewropayê û welatên namzet jî girêdayî PMME’yê ne û dema DMME’yê biryarek da, mecbûr in vê biryarê bicih bînin. Heke ev biryar guhertineke yasayî ferz bikin, dewlet mecbûr in vê yasayê biguherînin.”
'BIRYARÊN DMME’YÊ NEHATIN BICIHANÎN’
Bi domdarî Çakmak, da zanîn ku DMME’yê di sala 2014’an de têkildarî Abdullah Ocalan biryarek da û ji Tirkiyeyê xwest ku di qanûnên xwe de guhertinan bike. Çakmak, got: “Lê Tirkiyeyê ji sala 2014’an heta niha ev biryar bicih ne aniye. Komîteya Wezîran jî heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê. Komîteyê îşraet bi komîsyona li Meclisê kilr û got ku divê komîsyon pêşniyarqanûnê pêşkeşî Komîsyona Edaletê bike. Tê payin ku heta Hezîrana 2026’an di qanûnan de guhertin bê kirin.”
'GUHERTINA YASAYÎ PÊWÎSTIYEKE DESTÛRA BINGEHÎN E’
Çakmak, anî ziman ku divê di zagonana de guhertin bên kirin û di mewzûatan de verastkirin bên kirin û wiha pê de çû: “Heke biryar neyê bicihanîn, Komîte dê helwesta xwe tundtir bike. Di dawiya dawî de heke biryar neyê bicihanîn, dibe ku Tirkiye ji Konseyê were derxistin. Heta niha hemû welatan bi biryaran kir. Hinek welatan li dijî biryaran li ber xwe dan û vehêlandin. Hêvîdarin wiha nebe û rayedar guhertinên pêwîst di zagonan de bikin. Ji ber ku guhertin, mecbûriteke qanûnî ye û pêwîstiyeke destûra bingehîn e. Li gel birêz Ocalan, bi hezaran girtî dê ji vê guhertina yasayê bibandor bin.”
ŞERT Û MERCÊN ABDULLAH OCALAN
Di berdewamê de Çakmak destnîşan kir ku ev gav dê ji hêla polîtîk û psîkolojîk ve bibe qonaxeke nû û axaftina xwe wiha qedand: “Avêtina gavên pêwîst ên di vê pêvajoyê de, hinek cisaretê dixwaze. Bi guhertina yasayê re dê qonaxeke nû dest pê bike. Wê demê dê were dîtin ku di mijara guhertinên esasî yên di çarçoveya pêkvejiyana gelan, mafên bingehîn û azadiyan de pirsgirêk tune ye, fikarên heyî fikarên çêker in û neavêtina gavan xizmetê ji hinek derdoran re dike. Ji bo silametiya pêvajoya çareseriyê û li dijî xetereyên sabotajê, divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin, bikare bi hemû derdoran re pêwendiyan deyne û bikare bangî gel bike.”
MA / Abdulkadîr Ayten - Mehmet Guleş