Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
- Rojane
- |
- 16 Sibat 2026 18:29
- |
ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne danê sibehê çûbû Girava Îmraliyê. Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, piştî hevdîtina li gel Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriyan.
Tê payîn ku heyet der barê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, daxuyaniyê bide.