Bakirhan ji bo raporê got: Hevdîtin didomin, ji bo tiştekî bibêjin hêj zû ye

Parve bike:
ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got ku têkildarî rapora komîsyonê mijarên tev li dibin û yên rexne dikin jî hene û got: “Me pêşniyarên xwe pêşkeş kir. Ji bo nirxandineke berfireh hêj zû ye.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, piştî civîna koma partiyê pirsên rojnamegeran bersivand. Bakirhan, ji bo pêşniyara xwe ya têkildarî lûtkeya lîderan got: “Ev ji bo me mijareke girîng e. Heke em ji bo çareseriya meseleyeke sedsalî neyên cem hev, wê demê em ê kengî bên gel hev. Me bangek ji bo birêz serokkomar kir. Li gorî me dê ev lûtkeye sûdewer be û pêvajoyê pêş bixe.” 
 
'EM HÊJ BI LIJNEYÊN XWE RE NÎQAŞ DIKIN’ 
 
Bakirhan, têkildarî hin agahiyên têkildarî pêşnûmeya raporê ku bi raya giştî re hatine parvekirin jî axivî û got: “Rapor, piştî hewldan û xebatên mezin gihişt astekê. Em hêj bi lijneyên xwe re li ser nîqaşan dikin. Sernavên girîng ên em jî tev li dibin hene. Hêj hin sernavên em hêj li ser nîqaşan dikin jî hene. Dema şiklê dawî yê raporê derket holê, wê demê em jî dê nêrînên xwe parve bikin. Lê hêj jî mijarên em jî tev li dibin, yên rexne dikin û pêşniyarên me ji bo wan didomin jî hene. Pêvajo hêj didome lewma hêj ji bo nirxandineke giştî zû ye.” 
 
Ji bo pirsa têkildarî pêşhilbijartinê jî Bakirhan got ku ew her tim ji bo hilbijartinê amade ne.