Danişîna faîlê Ayşe Înceyol qetil kiribû hate taloqkirin

Parve bike:

MÛŞ - Danişîna doza Cîhan Oral ku Ayşe Înceyol revandibû û piştre qetil kiribû, hate taloqkirin. 

Welatiya bi navê Ayşe Înceyol, di 2’yê Mijdara 2023’yan de li navçeya Dêrxasê ya Mûşê ji hêla Cîhan Oral ve hate revandin, tundî lê hate kirin û hate tecawizkirin. Ayşe Înceyol ku piştre vegeriya mala malbata xwe, tevî bav û kekê xwe ji hêla Cîhan Oral ve hatin qetilkirin. 
 
Danişîna 9’emîn a doza faîl Cîhan Oral li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê ve hate lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li danişînê bûn. Ji ber ku Oral ê li Fransayê hatiye girtin û hêj nehatiye îadekirin tev li danişînê nebû, danişîn taloqî 14’ê Gulanê hate kirin. 
 
ÇI BÛBÛ? 
 
Kesê bi navê Cîhan Oral ku li gundê Tirmêtê yê navçeya Têlî ya Mûşê dijî, di 2’yê Mijdara 2023’yan de welatiya bi navê Ayşe Înceyol revand û bir navçeya Dêrxasê ya Mûşê. Ayşe Înceyol, li vir rastî îşkenceyê hat û tecawiz lê hate kirin. Piştre jî Ayşe Înceyol çû mala malbata xwe ya li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê. Di roja 9’ê Adara 2024’an di saetên şevê de faîl Cîhan Oral û kesekê rûyê xwe girtî, bi ser mala malbata Ayşe Înceyolê de girt û bi çek û kêran êrişî endamên malbatê kirin. Di êrişê de Ayşe Înceyol, bavê wê Mûsa û kekê wê Neytûllah Înceyol hatin qetilkirin. Dayik N. Înceyol jî bi giranî birîndar bû. Êrişkar Cîhan Oral û kesê pê re, piştre ji cihê bûyerê reviyan. Faîl Oral, piştî komkujiyê reviya Fransayê. Serdozgeriyên Mûş û Bedlîsê der heqê Oral de du îdianameyên cuda amade kirin. Serdozgeriya Komarê ya Mûşê, der heqê faîl Oral de ji ber sûcên “kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” û “îstîsmara zayendî ya biwesf” îdianame amade kir. Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê jî ji sûcê “kuştina biqesdî” îdianame amade kir. 
Nûçeyên Têkildar
Li Rihayê rapora binpêkirinên mafên jinan: Kuştin, taciz, êrişa zayendî
Li Rihayê rapora binpêkirinên mafên jinan: Kuştin, taciz, êrişa zayendî

Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafên Jinan a Baroya Rihayê û AYHED'ê, di navbera salên 2024 û 2025'an de, li bajêr 12 jin hatine kuştin, 187 jin bi tundiyê re rû bi rû mane, 36 jin bi taciza zayendî re rû bi rû mane, 24 jin bi êrîşa zayendî re rû bi rû mane û 16 jin jî hewl dane xwe bikujin.

Li dijî tundiya zayendî ya di şer de kampanya hate destpêkirin
Li dijî tundiya zayendî ya di şer de kampanya hate destpêkirin

Li Swîsreyê aktîvîstên jin ên ji neteweyên cuda li dijî tundiya li ser jinan a di şeran de kampanyaya îmzeyan a “Free All Woman” dan destpêkirin.

TAJÊ xwest têkildarî qetilkirina Yenar Mihemedê lêpirsîneke navneteweyî bê  vekirin
TAJÊ xwest têkildarî qetilkirina Yenar Mihemedê lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin

TAJÊ, têkildarî qetilkirina Yenar Mihemed daxuyanî da û xwest ku ji bo ronîkirina bûyerê lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin.

Li Erdîşê êrişa zayendî û tundî: Der heqê 13 kesan de serlêdana sûc hate kirin
Li Erdîşê êrişa zayendî û tundî: Der heqê 13 kesan de serlêdana sûc hate kirin

M.F. a ku li Erdîşê ji aliyê malbata hevjînê xwe yê jiyana xwe ji dest daye ve rastî tundiya sîstematîk û êrişa zayendî hat, der barê 13 kesan de serlêdana sûc kir. Rexmê ku nêzî 4 meh di ser re derbas bûne jî, hîna der barê gumanbaran de doz nehatiye vekirin.

Parêzerê doza Gulistan Dokuyê: Delîlên pir cidî di destê me de hene
Parêzerê doza Gulistan Dokuyê: Delîlên pir cidî di destê me de hene

Parêzerê dosyaya Gulistan Dokuyê, Alî Çîmen diyar kir ku wan delîlên pir cidî bi dest xistine û dosya derbasî qonaxeke krîtîk bûye. Çîmen, got: “Tam jî di vir de divê em pirsa ‘Gulistan Doku li ku derê ye?’ bi israr bipirsin.”