Gergerlîoglû bertek nîşanî dûrxistina ji wezîfeyê ya hemşîreya ku keziyên xwe hûnandin da
- Polîtîka
- |
- 17 Sibat 2026 16:39
- |
STENBOL - Omer Farûk Gergerlîoglû, li Meclisê bertek nîşanî dûrxistina ji wezîfeyê ya hemşîreya ku ji ber keziyên xwe hûnandibûn, da.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, rewşa hemşîreya ku li hemberî jêkirina keziyên şervaneke jin a li Rojavayê bi hûnandina keziyê bertek nîşan dabû, li Meclisê nîqaş kir. Gergerlîgolû, têkildarî reşwa hemşîreyê ku ji ber hûnandina keziyên xwe bi îdiaya "propganadaya rêxistinê" hat binavkirin û paşê ji wezîfeyê hat girtin, li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Gergerlîoglû got: "Ev hemşire, ji ber ku keziyên xwe hûnandin gotin 'Tu çawa dikarî piştgiriyê bidî rêxistinê' û ew ji wezîfeyê dûrxistin. Sedema dûrxistinê tenê ev e. Niha nikare hemşîretiyê bike. Halê welêt ev e. Ji ber vê Xizmetên Tenduristiyê ya Kocaeliyê di rêza 61'emîn de ye. Em li Midûriyeta Tenduristiyê digerin. Em dibêjin ev çi hal e, sirf ji ber hûnandina keziyê we ew ji wezîfeyê dûr xistiye? Lê ev, ji telefonan jî dorevin. Ka em bejin çi."