Parêzerê doza Gulistan Dokuyê: Delîlên pir cidî di destê me de hene

Parve bike:

AMED - Parêzerê dosyaya Gulistan Dokuyê, Alî Çîmen diyar kir ku wan delîlên pir cidî bi dest xistine û dosya derbasî qonaxeke krîtîk bûye. Çîmen, got: “Tam jî di vir de divê em pirsa ‘Gulistan Doku li ku derê ye?’ bi israr bipirsin.”

Xwendekara pola duyemîn a Beşa Pêxşstina Zarokan a Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku, di 5’ê Çileya sala 2020’ê de hate windakirin û tevî bi ser re 2 hezar û 237 roj derbas bûne jî hêj nehatiye dîtin. Piştî xebatên lêgerînê yên di dîroka winda bûbû de hatin meşandin, telefona wê li Viyaduka Sari Altuk a li ser Gola Bendavê ya Uzunçayirê hatibû dîtin. Ji wê dîrokê heta niha gelek caran hewldan hate kirin ku dosya were girtin lê ji be têkoşîna malbata Gulistan Dokuyê û têkoşîna jinan, nehate girtin. Lê di dosyayê de tu pêşketin jî çênebûn. 
 
‘JI DESTPÊKÊ VE DIXWESTIN SER DOSYAYÊ BIGIRIN’   
 
Parêzerê dosyaya doza Gulistan Dokuyê, Alî Çîmen diyar kir ku ji destpêkê heta niha her tim hewldan hebû ku ser dosyayê were girtin û got: “Di lêpirsîna ewil de hate îdiakirin ku di avê de întîhar kiriye. Çîrokeke wiha çêker avêtin holê. 220 rojan di gola bin Pira Dînarê de li Gulistan Dokuyê geriyan. Sê caran lêgerîn hatin sekinandin û dîsa dest pê kirin. Me ji wê re digot lîstika bendavê. Li wir lîstika bendavê lîstin. Di esasê xwe de tu delîleke ji bo întîharê di dosyayê de tune bû. Digot ku dê vegere Amedê. Anku rewşekî ku întîhar bike li holê tune bû. Lê hewl dan bi îdiaya întîharê ser dosyayê bigirin. Piştî em mudaxilî dosyayê bûn, me li dijî girteka ku digot Gulistanê xwe ji pirê avêtiye ava golê îtîraz kir. Dosya ji kesên pispor re hate şandin. Pisporan bi awayekî teqez gotin ku di wê kêliyê de tu tiştek neketiye avêt. Di esasê xwe de hêj ji destpêkê ve îdiaya întîharê vala hatibû derxistin. Lê ji ber ku bi awayekî dosya ji hêla kuştina kesekî ve nehate nirxandin, me tu pêşketin bi dest nexist.” 
 
‘DI DOSYAYÊ DE GELEK SERDOZGER GUHERÎN’ 
 
Di berdewamê de Çîmen destnîşan kir ku wan di qonaxa ewil de kir ku bi awayekî fermî nehêlin dosyaya Gulistan Dokuyê were girtin û wiha pê de çû: “Di dosyayê de 3 serdozger guherîn û dozgerê niha lê dinêre, dozgerê 5’emîn e. Bi rastî jî dozgerê nû dosya bi hûr û kûrtir girt dest. Delîlên me kom dikin. Di wê mijarê de pirsgirêkek nîne. Lêbelê em behsa lêpirsîneke ev 6 sal in hatiye vehêlandin û ser hatiye girtin dikin. Lewma jî ji ber ku di dosyayê de tevdîreke girtinê tune ye, em nikarin ewqas erênî biaxivin.” 
 
Çîmen, diyar kir ku di dosyaya Gulistan Dokuyê de ji ber zexta wan, saziyên jinan û baroyan gav hate avêtin û wiha pê de çû: “Di esasê xwe de di dosyayê de tu tiştek nehatibû kirin. bi dehan daxwazên me çêbûn. Tenê yek ji wan dihat qebûlkirin û ew jî nîvco dikirin. Lê bi dozgerê nû re û ev tên kirin. Dema biryara nepeniyê hate rakirin, em ê ji her alî ve nîqaş bikin.” 
 
‘DI DESTÊ ME DE DELÎLÊN CIDÎ HENE’
 
Di berdewamê de Çîmen anî ziman ku di dosyayê de geşedanên nû hene û delîlên bi dest xistin û yên li bendê ne bên hene. Çîmen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî hin faîl jî xwe digihînin me. Dibêjin ku di sergirtina bûyera Gulistan Dokuyê de cih girtine, bûyera nixûmandinê ji hêla peywirdarekî payebilind ê cemaweriyê ve hatiye kirin. Û got ku wî jî tê de cih girtiye. Bêguman sedema hatina vî kesî ne ji poşmaniya wî ye. Em dibînin ku haya wan ji lêpirsînê heye. Dema dîtin ku lêpirsîn ber bi wan ve berfireh dibe, xwe gihandin parêzerê malbatê û malbatê bi xwe û hewl didin kêm cezayê bigirin. Lewma dibêjin ‘Em tenê ji aliyê lêpirsînê yê vê rewşê berpirsyar in, ji yên din berpirsyar nînin.’ Di esasê xwe de dixwazin cezayekî biçûk bigirin û xwe xelas bikin.” 
 
Çîmen, da zanîn ku di destê wan de gelek delîl hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dosya, 6 sal in didome û ev salek û nîv e jî bi awayekî nepen tê domandin. Ev jî dike ku em daxuyaniyan nedin, li ser delîlan nîqaşan nekin. Lê bi rastî jî dosyaya Gulistan Dokuyê bû sembola qirkirina jinan. Dosyayeke ji hêla civakî ve tê şopandin e. Lewma her çend biryara nepeniyê hebe jî em car bi car çapemeniyê jê agahdar dikin. Her çin kêm jî be em hin agahiyan parve dikin. Dema biryara nepeniyê hate rakirin, wê demê hûn ê bibînin ku di destê me de gelek delîlên cidî hene.” 
 
‘EM Ê NAVAN BI CIVAKÊ RE PARVE BIKIN’
 
Çîmen, anî ziman ku ji biryara nepeniyê zêdetir ew li bendê ne ku di dosyayê de biryarên girtinê bên dayin û wiha pê de çû: “Tevdîra girtinê, bingeha lêpirsîneke bibandor e. Dema girtin çênebin, mirov gelek xweşbîn jî nabe. Erê rast e biryara nepeniyê heye lê bendewariya civakê jî heye. Ji bo ku zirar negihije dosyayê em navan parve nakin lê demek pişre em ê êdî van navan bi raya giştî re parve bikin. Ev nêzî salek û nîv e agahî di destê me de ne lê me aşkera nekirin. Em ê heta demekî din jî bisekinin. Piştre em ê vê bi civakê re nîqaş bikin. Em ê yek bi yek bi civakê re parve bikin ka ev çawa pêş ketiye, di sergirtina bûyerê de kê rol girtiye, çi hatiye kirin... Mafê civakê jî ye ku vê hîn bibe û em ê parve bikin.” 
 
Çîmen, got ku di delîlên hatine bidestxistine de aşkera dibe ku Gulistan Doku bûye şahida tiştekî û li gorî texmîna wan ji ber vê bûyerê hatiye windakirin. Çîmen, got: “Wisa tê fêmkirin ku di bûyerê de ne tenê kesek lê gelek kes tê de hene. Di asta heyî de gelek kes bi vê bûyerê dizanin lê bêdeng dimînin. Anku di dosyaya me de gelek delîlên cidî hene. Em fêm nakin ka ev kes heta niha çima nehatine girtin. Divê ev kes tavilê bihatina girtin.” 
 
‘DOSYA DERBASÎ QONAXEKE KRÎTÎK BÛ’
 
Çîmen, got ku ji bo sergirtina dosyayê gelek hewldanên cidî hatine kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Zexta lêpirsînê li her kesên xwedî li dosyayê derdiketin xwarin. Lê malbatê dev jê berneda û li ber xwe da, saziyên jinan xwedî lê derketin û eleqeya çapemeniyê kir ku gelek pêşketin çêbibin. Divê ev eleqeye niha zêdetir bibe. Ji ber ku dosyeya me gihişt qonaxeke krîtîk. Me gelek delîlên cidî bi dest xist. Divê êdî girtin dest pê bikin. Tam jî di vê demê de divê em hêj bêhtir pirsa ‘Gulistan Doku li ku derê ye?’ bikin. Êdî em derbasî darizandina faîlan dibin. Ji bo vê jî divê piştevanî û zexta civakî mezintir bibe. Di vir de roleke mezin dikeve ser milê saziyên jinan. Em dixwazin çapemenî jê bêhtir li ser bisekine.” 
 
MA / Rûkîye Payîz Adiguzel          
 
 
 
 
Nûçeyên Têkildar
Faîlê Aleyna Yarayê hate girtin
Faîlê Aleyna Yarayê hate girtin

Faîl Cafer Başegmez ê duh li Amedê Aleyna Yaray qetil kiribû, hate girtin.

Parêzer xwest telefona Rojîn Kabaîşê bişînin Çînê
Parêzer xwest telefona Rojîn Kabaîşê bişînin Çînê

Parêzera malbata Rojîn Kabaîşê, Zeynep Demîrê diyar kir ku bi venekirina şîfreya telefonê re tê xwestin dosya di tariyê de were hiştin û got: “Di hevdîtina bi serdozgeriyê re de me xwest telefon ji Çînê re were şandin. Ji ber ku fîrmaya wê telefonê li wir e.”

Şîfreya telefona Rojîn Kabaîşê nehate vekirin!
Şîfreya telefona Rojîn Kabaîşê nehate vekirin!

Hat ragihandin ku telefona Rojîn Kabaîşê ku ji bo lêkolînê ji Spanyayê re hatibû şandin, şîfreya wê nehatiye vekirin.

Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de tu pêşketin nînin
Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de tu pêşketin nînin

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, diyar kir ku wan xwestiye rayedarên wargehê di mijara mirina Rojîn Kabaîşê de weke gumanbar bên lêpirsîn lê daxwaza wan hêj nehatiye qebûlkirin û got divê lêpirsîn tavilê biencam bibe.

Li Rihayê rapora binpêkirinên mafên jinan: Kuştin, taciz, êrişa zayendî
Li Rihayê rapora binpêkirinên mafên jinan: Kuştin, taciz, êrişa zayendî

Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafên Jinan a Baroya Rihayê û AYHED'ê, di navbera salên 2024 û 2025'an de, li bajêr 12 jin hatine kuştin, 187 jin bi tundiyê re rû bi rû mane, 36 jin bi taciza zayendî re rû bi rû mane, 24 jin bi êrîşa zayendî re rû bi rû mane û 16 jin jî hewl dane xwe bikujin.