ÎZMÎR - Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal diyar kir ku mafê hêviyê ne tenê pirsgirêka Abdullah Ocalan e û got: "Heke ji bilêvkirina 'mafê hêviyê' ewqas şerm dikin û dibêjin 'di çarçoveya Destûra Bingehîn û biryarên DMME'yê de çareser dibe', nexwe tavilê serbest berdin."
Di yekemîn salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk de, komîsyona ku li Meclisê de hatibû avakirin, di 18’ê Sibatê de bi raporekê der barê pirsgrêka Kurd de xebatên xwe bi dawî kir. Di rapora 7 xalî de sedemên pirsgrêka Kurd cih negirt û pirsgrêka sed salî dîsa wekî "pirsgrêka terorê" hate pênasekirin. Gelek alî destnîşan dikin ku ev rapor ji çareseriyê dûr e. Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal jî diyar kir ku rapora aşkera bûyî bendewariyên civakê bi cih neanîne û geşedanên dawî nirxand.
Bîrdal anî ziman ku bi pergala qanûnî û destura bingehîn ya heyî aştî nayê û pirsgrêka Kurd bi awayekî demokratîk çareser nabe û wiha axivî: "Em difikirîn ku ev pêvajo dê kevirên wê Tirkiyeya ku xeyala wê tê kirin datîne. Me çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgrêka ku 100 sal in di tariyê de hatiye hiştin, wekî şansekî nû dît. Wekî parêzvanên mafan, me hewl da ku ev pêvajo mîna yên din neyê birîn. Geşedanên heta niha, geşedanên nû bûn. Avabûna zemîna axaftina li ser pirsgrêkê bêguman girîng e. Du roj şûnde salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk e ku rêberê Kurd Abdullah Ocalan kiribû. Mixatabên vê bangê hebûn. Yek ji mixataban PKK bû ku bersiva vê bangê da û gav avêt. Nexwe, bersiva vê çi bû? Her tim hate gotin 'dê were kirin, dê bibe'. Lê hîna tiştekî nehatiye kirin. Em dixwazin bibe; lewra paşeroja her kesî di çareseriya pirsgrêkê de, di bêdengkirina çekan de û di avakirina civakekê demokratîk de ye. Divê ev ji pirsgrêka Kurdan û DEM Partiyê derkeve û bibe pirsgrêka hemû civakê. Aştî pirsgrêka her kesî ye. Lêbelê medyayek ku vê vebêje jî nehate avakirin. Kanalên ragihandinê yên civakê girtî ne, bi taybetî kanalên Çapemeniya Azad bi binçavkirin, girtin û zextan her tim têne girtin û sînordarkirin."
‘DIVÊ TIŞTÊN NEHATINE KIRIN, BÊN KIRIN’
Bîrdal pênaseya îktîdarê ya wekî "Tirkiyeya Bêteror" mîna "bişkoka ku şaş hatiye pevxistin" pênase kir û got ku ev navlêkirin dê bibin asteng. Bîrdal bal kişand ser nakokiya navbera gotin û kirinan û wiha pê de çû: "Wekî mînak gotinên cîgirê serokê MHP'ê û berdevkê Komîsyonê Fetî Yildiz hene. Aliyekî serokê giştî yê partiyê dibêje divê 'mafê hêviyê' hebe û dibêje 'rêbertiya damezrîner a PKK'ê'. Lê piştre dema 'mafê hêviyê' tê rojevê, berevajî wê dibe. Erê, êdî mixatabiya Ocalan hatiye qebûlkirin, lê ji bo ku pêşve biçe, divê derfet were dayîn ku Ocalan bi rojnameger, siyasetmedar û nûnerên mûxalefeta civakî re, bi kesên ku ew dixwaze re hevdîtinê bike. Li gorî nêrîna min niyeta baş xirab tê bikaranîn. Li cîhanê mînakên 'mafê hêviyê' ji Mandelayê dest pê dikin hene. Desthilat jî van mîna me dizane. Êdî divê tiştên nehatine kirin, bên kirin. 'Mafê hêviyê' ne tenê pirsgrêka Abdullah Ocalan e. Ev maf ji bo zêdetirî hezar kesên ku ji heman dozê mehkûm bûne jî derbasdar e. Heke ji bilêvkirina 'mafê hêviyê' ewqas şerm dikin û dibêjin 'di çarçoveya Destûra Bingehîn û biryarên DMME'yê de çareser dibe', nexwe tavilê serbest berdin."
‘BILA ÇAVDÊRÊN SERBIXWE HEBIN’
Bîrdal diyar kir ku divê xalên 6 û 7’an ên rapora Komîsyonê tavilê werin bicihanîn û zemîna hiqûqî û demokratîk were amadekirin. Bîrdal anî ziman ku divê rê li ber çavdêrên serbixwe ku pêvajoyê bişopîne were vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wek saziyên mafên mirovan, hebûna çavdêrên serbixwe pêwîst dibînin. Ji ber ku ew rola Ocalan a li Rojhilata Navîn dizanin, serdanên Îmraliyê dikin. Divê Meclis rola xwe ya dîrokî bi cih bîne, nexwe heke ev pirsgrêk bêçareserî bimîne, sibê dê pir zehmetir bibe."
‘JI BO TIŞTÊN HETA NIHA HATINE TESPÎTKIRIN ÇI HATE KIRIN?’
Bîrdal der barê xala raporê ya ku dibêje "divê çekberdan ji aliyê yekîneyên ewlehiyê yên dewletê ve were tespîtkirin û piştrastkirin" de jî weha got: "Di beramberî tiştên ku heta niha hatine tespîtkirin û piştrastkirin de çi hatiye kirin? Ev tiştekî keyfî ye, bingeha wê ya hiqûqî nîne. Sibê dikarin bibêjin 'nehatiye tespîtkirin, çek nehatine berdan', ev dibe hincet. Ji ber wê, tecrubeyên ku çek dê bi çi rengî û li kuderê werin radestkirin diyar in. Heta îro ji bo hêsankirin û pêşxistina gavên yekalî yên PKK’ê tu gavekî teşwîqkar nehatiye avêtin. Heke hûn ê civakekî demokratîk ava bikin, divê li wir teqez efû hebe. Nexwe heke ji wan girtîgehan xwîn biherike, li wir aştî, wekhevî û biratî nabe. Herwiha di vê pêvajoyê de şewitandina înfazan nayê qebûlkirin. Divê ev şewitandina înfazan tavilê were sekinandin."
MA / Ugurcan Boztaş