WAN - M.F. a ku li Erdîşê ji aliyê malbata hevjînê xwe yê jiyana xwe ji dest daye ve rastî tundiya sîstematîk û êrişa zayendî hat, der barê 13 kesan de serlêdana sûc kir. Rexmê ku nêzî 4 meh di ser re derbas bûne jî, hîna der barê gumanbaran de doz nehatiye vekirin.
Hate zanîn ku jina bi navê M.F. a ku li navçeya Erdîş a Wanê dijî, ji aliyê malbat û xizmên hevjînê xwe yê jiyana xwe ji dest daye ve rastî êrişa zayendî, şantaj, ragirtina bi darê zorê û tundiya fîzîkî hatiye. M.F. li dijî van kiryaran di 28'ê Cotmeha 2025'an de li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê serlêdana sûc kir. M.F. di daxwaznameya xwe de xwest ku der barê 13 kesan de lêpirsîn were destpêkirin û di çarçoveya Qanûna bi hejmar 6284'an de tevdîrên parastinê werin girtin. Lê hat zanîn ku lêpirsîn hêj berdewam dike.
RASTÎ ÊRIŞA ZAYENDÎ HAT, LI MALÊ HAT RAGIRTIN
M.F. di daxwaznameya ku pêşkêşî dozgeriyê kir de diyar kir ku D.F. pismamê hevjînê wê bi gefan êrişa zayendî, şantaj lê kiriye û ji bo demekê ew ragirtiye û azadiya wê asteng kiriye. Di daxwaznameyê de hate destnîşankirin ku M.F. bi gefa mirinê hatiye tepisandin û di cihekî girtî de bi darê zorê hatiye ragirtin. Di serlêdanê de hat xwestin ku ev kiryar di çarçoveya xalên 102 (êrişa zayendî), 107 (şantaj) û 109 (astengkirina azadiya şexsî) yên Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) de werin nirxandin.
JI BO 13 KESAN SERLÊDANA SÛC
Herwiha di serlêdana sûc de hate îdiakirin ku V.F., M.F., S.F., Î.F., D.F., Y.F., S.F., A.F., G.F., E.F., S.F., A.F. û S.K. di dîrokên cuda de tevli kiryarên tundiya fîzîkî, gef û ragirtina bi darê zorê bûne. M.F. diyar kir ku ew hatiye derbkirin, gef lê hatine xwarin û ji bo demekê bi darê zorê hatiye ragirtin û destnîşan kir ku ev kiryar sûcên wekî birîndarkirina bizanebûn, êşkence, gef û sûcên di çarçoveya xala 109'an de ne.
DAXWAZA TEVDÎRÊN PARASTINÊ
Di serlêdanê de hat xwestin ku, nêzîkbûna gumanbaran a li M.F. were qedexekirin, her cure ragihandin were astengkirin, navnîşana cihê ku lê dimîne veşartî bimîne, di rewşa pêwîst de bê parastin û tevdîrên ewlehiyê bê girtin.
Hate zanîn ku serlêdana sûc a M.F. hêj di qonaxa lêpirsînê de ye.
MA / Zeynep Durgut