TAJÊ xwest têkildarî qetilkirina Yenar Mihemedê lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ, têkildarî qetilkirina Yenar Mihemed daxuyanî da û xwest ku ji bo ronîkirina bûyerê lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin. 
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî qetilkirina Yenar Mihemed ku li Bexdayê di encama êrişa çekdarî de hate qetilkirin, daxuyanî da. TAJÊ, di daxuyaniyê de Yenar Mihemed bibîr anî û diyar kir ku Yenar jineke wêrek û têkoşer e. 
 
Bi domdarî TAJÊ wiha got:
 
“Me jineke têkoşer a xwedî kedeke bêhempa di tekoşîna jinan de winda kir. Em ji ber qetilkirina Yenar Mihemed hem xemgînin û hem jî bi hêrsin. Di lêgerîna heqîqeta jinan de jineke dilwêrek bû. Li hemberî qirkirina jinê, li hemberî zordariya mêr-dewletê serî rakir û tekoşîn meşand. Em di rojên pêşwazîkirina roja 8’ê Adarê de ne. Di demeke wiha de qetilkirina Yenarê ne rasthatinek e, li hemberî tekoşîna jinê sûcekî din ê aqlê mêr-dewletê ye. 
 
DI DOZA JINÊN ÊZIDÎ DE PÊŞENGTÎ DIKIR 
 
Jina wêrek Yenar Mihemed di têkoşîna meydanî de mînakeke bêhempa bû, wê jiyana xwe ji bo şerê li dijî pergala mêrsalar tekoşîna azadiya jinê ya civakî û siyasî veqetand. Rola wê ya dîrokî di gelek qadan de bihêz bû, bi taybetî di doza jinên Êzidî yên dîlgirtî de ku ew yek ji dengên herî pêşîn bû. Bêdengiya cîhanê ya li hemberî qirkirinê şikand û bi awayekî meydanî û hiqûqî têkoşîn meşand. Ji bona ku tawanên jenosîdê li qada navneteweyî bide naskirin û sûcdar bêne dadgehkirin, torên piştgiriyê ava kir da ku jinên rizgarbûyî biparêze û rûmeta wan a pîroz li wan vegerîne.”
 
Di tekoşîna jinê ew xwedî projeyên polîtîk bû, projeyek fikrî û pratîkî dimeşand ku armanca wê jinê ji rola qurbanî kirinê veguherînê rola pêşengiyê. Dixwest hemû sînorên paşketî û kevneperest ên ku rola jinê di civakê de paşguh dikirin ji holê rake û bi tûndî li dijî qanûnên ku cudakariyê kûr dikin sekinî. Ji bo jiyana jinên Iraqî biguherîne û wan ji tundiya hişmendiya dewlet û qanûnên wê biparêze li seranserî Iraqê bû xwedî kedeke mezin. 
 
DAXWAZA VEKIRINA LÊPIRSÎNA NAVNETEWEYÎ Û NAVXWEYÎ KIR
 
Kuştina Yenar Mihemed di vê demê de, hewildaneke tirsonek e ji bo vemirandina ramanên azad ên ku wê di dilê hezaran jinan de çandî. Em daxwaza vekirina lêpirsîneke navneteweyî û navxweyî ji bo qetilkirina Yenar dikin ku di zûtirîn demê de sûcdar bêne darizandin. Ji bo aşkera kirina kujeran û naskirina doza wê, weke dozeke raya giştî ya cîhanî û parastina mîrasa wê ya têkoşînê da ku saziyên wê di xizmeta jinan û bindestan de berdewam bin. 
 
KUŞTINA YENAR MIHEMEDÊ POLÎTÎK E 
 
Yenar Mihemed ne çalakvana jin a yekemîne di Iraqê de tê kuştin di salên borî de kuştina jinên pêşeng zêde bû, ev dide diyarkirin ku li Iraqê jinên ku ji bo mafê xwe têdikoşin ewlehiya jiyana wan nîne. Kuştina her jinekê polîtîke. Ji ber ku hêzên desthilat ji tekoşîna jinê ditirsin wê dikin hedefa xwe. Yenar Mihemed di oxira tekoşîna azadiya jinan de hat qetilkirin. Lê mîrasek li dû xwe hişt ku wê tu carî ji aliyê jinan ve neyê jibîrkirin. Wê tekoşîna wê ya ji bo jinên dîlgirtî û rizgarbûyî ji bo me hêza tekoşînê.
 
Em careke din ji malbata Yenar, hemû jinan û endamên rêxistina azadiya jinê re sersaxiyê dixwazin û dibêjin wê tekoşîna azadiya jinê berdewam bike.”
 
Nûçeyên Têkildar
Faîlê Aleyna Yarayê hate girtin
Faîlê Aleyna Yarayê hate girtin

Faîl Cafer Başegmez ê duh li Amedê Aleyna Yaray qetil kiribû, hate girtin.

Parêzer xwest telefona Rojîn Kabaîşê bişînin Çînê
Parêzer xwest telefona Rojîn Kabaîşê bişînin Çînê

Parêzera malbata Rojîn Kabaîşê, Zeynep Demîrê diyar kir ku bi venekirina şîfreya telefonê re tê xwestin dosya di tariyê de were hiştin û got: “Di hevdîtina bi serdozgeriyê re de me xwest telefon ji Çînê re were şandin. Ji ber ku fîrmaya wê telefonê li wir e.”

Şîfreya telefona Rojîn Kabaîşê nehate vekirin!
Şîfreya telefona Rojîn Kabaîşê nehate vekirin!

Hat ragihandin ku telefona Rojîn Kabaîşê ku ji bo lêkolînê ji Spanyayê re hatibû şandin, şîfreya wê nehatiye vekirin.

Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de tu pêşketin nînin
Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de tu pêşketin nînin

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, diyar kir ku wan xwestiye rayedarên wargehê di mijara mirina Rojîn Kabaîşê de weke gumanbar bên lêpirsîn lê daxwaza wan hêj nehatiye qebûlkirin û got divê lêpirsîn tavilê biencam bibe.

Li Rihayê rapora binpêkirinên mafên jinan: Kuştin, taciz, êrişa zayendî
Li Rihayê rapora binpêkirinên mafên jinan: Kuştin, taciz, êrişa zayendî

Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafên Jinan a Baroya Rihayê û AYHED'ê, di navbera salên 2024 û 2025'an de, li bajêr 12 jin hatine kuştin, 187 jin bi tundiyê re rû bi rû mane, 36 jin bi taciza zayendî re rû bi rû mane, 24 jin bi êrîşa zayendî re rû bi rû mane û 16 jin jî hewl dane xwe bikujin.