Şandeya Îmraliyê: Fîgen Yuksekdag û Demîrtaş dixwazin di şertên azad de tev li pêvajoyê bibin
STENBOL - Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar, got: “Baweriya Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş a bi pêvajoyê tam e. Dixwazin di şertên azad de tev li pêvajoyê bibin.”
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, çûn serdana Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin. Piştî serdanê, şandeyê li pêşiya girtîgehê daxuyanî da.
Pervîn Buldanê, diyar kir ku rewşa tenduristiyê û moralê Fîgen Yuksekdagê gelek baş bû û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kiriye.
'AŞTÎ JI BO HERÊMÊ PIR GIRÎNG E’
Bi domdarî Pervîn Buldanê anî ziman ku wan li nêrîn û pêşniyarên Fîgen Yuksekdagê yên têkildarî pêvajoyê guhdarî kirine û wiha got: “Di vê mijarê de gelek a bicoş bû û got ku pêvjoyê ji nêz ve dişopînin. Got ku piştgiriyê dide pêvajoya birêz Ocalan daye destpêkirin û girîngiya wê vegot. Fîgen Yuksekdagê, anî ziman ku aştî hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo herêmê pir girîng e. Got ku bi pêvajoyê re ne û ji bo pêşxistina wê amade ne her cureyên alîkariyê bidin.”
'GIRTIYÊN SIYASÎ NÎŞANEYA BÊHIQÛQTIYÊ NE’
Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku wan fikrên xwe bi hev re parve kirine û wiha axivî: “Hevalên me bi sala ye bi awayekî neheq tên ragirtin. Rewşa hevalên me ya girtî, nîşaneya herî berbiçav a bêhiqûtiyê ye. Baweriya Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş a bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk tam e. Dixwazin di şertên azad de tev li pêvajoyê bibin. Dixwazin ji bo pêşxistina pêvajoyê bi hemû derfetên xwe bixebitin. Em naxwazin êdî van serdanan li girtîgehan bikin. Bidawînkirina bêhiqûqtiyan û avakirina aştiyê dê baweriyê xurt bikin.”
‘AŞTIYA MAYINDE BI MISOGERIYÊN HIQÛQÎ PÊKAN E’
Sancar, destnîşan kir ku ji bo pêvajo derbasî aştiyeke mayinde bibe, divê temînatên hiqûqî û mekanîzmayên demokratîk bi lezgînî bikevin meriyetê û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin bi Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û hemû hevalên xwe yên din re li derve têkoşîna aştiyê bimeşînini. Divê di demekî herî kin de gav bên avêtin û encamên wan derkevin holê. Bi rêya we em vê daxwaza xwe careke din ji raya giştî, îktîdar û hemû aktoran re parve bikin. Di şertên azad de dê têkoşîna me ya ji bo aştiyê pir mezintir be. Hevalên me bi vê bawerin. Lewma hêvî û moralê wan gelek xurt e.”