'Hûn nikarin mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ragirin'

Parve bike:

AMED - Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîmarê pêvajoya aştiyê ye û got: "Ji bo ku mîmarê pêvajoyê heta mirinê di girtîgehê de nemîne, divê pergala înfazê were guhertin. Hûn nikarin bi qanûnan mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ragirin."

 
Di ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re ya ku dibêje ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bêyî îxtîmala tehliyeyê binpêkirina "mafê hêviyê" ye, 12 sal derbas bûn. Lêbelê Tirkiyeyê di vî warî de tu gavên qanûnî neavêtine. Gelek baro û hiqûqnasên ku ev mijara ku di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye, dixwazin ku di warê verastkirina qanûnî de tavilê gav werin avêtin. Hevserokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan ku xwest di mijara "mafê hêviyê" de gav werin avêtin, destnîşan kir ku nabe mirovek heta mirinê di girtîgehê de were ragirtin.
 
BILA HIQÛQA NAVNETEWEYÎ WERE CÎBICÎKIRIN
 
Çakan ji bo sepandina biryarên DMME'yê bang kir û ev tişt got: "Bi salan e em vê yekê dibêjin, di çarçoveya hiqûqa mafên mirovan de hûn nikarin mirovekî, çi sûcek kiribe an jî bi kîjan sûcî were sûcdarkirin bila bibe, heta mirinê di girtîgehê de ragirin. Ji ber vê cezayê bidarvekirinê hate rakirin. Li cihên ku cezayê bidarvekirinê lê hatiye rakirin, heke sûcê kesekî di dadgehan de teqez bibe jî, divê bi qaîdeyan were diyarkirin ku ew ê kengî ji girtîgehê derkeve. Lê belê dewletê ev maf neda hinekan. Bi salan e ev tê nîqaşkirin. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan hene, biryarên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hene. Divê hiqûqa navneteweyî were cîbicîkirin."
 
'HÛN NIKARIN MIROVEKÎ HETA MIRINÊ DI GIRTÎGEHÊ DE RAGIRIN'
 
Çakan da anî ziman ku divê qanûnekê ku diyar bike girtî dê kengî derkevin hebe û wiha pê de çû: "A rast di hemû welatên ku demokrasiya wan pêşketî û pergala wan a hiqûqê bi pêş ketiye de, divê dîroka tehliyeya kesekî ji wê girtîgehê diyar be. Lêbelê li vir ev tune ye. Mafê hêviyê têkildarî vê ye. Divê hûn mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ranegirin. Di vî warî de mafê hêviyê girîng e. Niha pêvajoyek heye û mîmarê vê pêvajoyê rêzdar Ocalan e. Bi saya vê pêvajoyê êdî cenaze nayên, divê ev yek jî li ber çavan were girtin. Ji bo ku mîmarê pêvajoyê heta mirinê di girtîgehê de nemîne, divê pergala înfazê were guhertin. Hûn nikarin bi qanûnan mirovekî heta mirinê di girtîgehê de ragirin."
 
XALA 90'Î YA DESTÛRA BINGEHÎN    
 
Çakan diyar kir ku li gorî Xala 90'î ya Destûra Bingehîn peymanên navneteweyî di hukmê qanûnan de ne û destnîşan kir ku sepandina biryarên DMME'yê pêwîst e. Çakan bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên der barê "mafê hêviyê" de û dirêjî da axaftina xwe: "Gotinên wî girîng in. Nexşerêyekê vê pêvajoyê heye lê em dixwazin ku ev pêvajo bilez bibe. Ez bawer dikim ku ev verastkirin dê werin kirin. Em ji bo lezkirina wê hewl didin. Divê gav zû werin avêtin. Li cîhanê mînakaên ku pêvajoyên şer û pevçûnan bi dawî bûne, hene. Divê gavên têkildarî mafên mirovan, serweriya hiqûqê, demokrasî û hemwelatiya wekhev tavilê werin avêtin."
 
MA / Fethî Balaman - Rûkiye Payîz Adiguzel
Nûçeyên Têkildar
Karsaz Demîrcî: Pêvajoya birêz Ocalan daye destpêkirin firsende
Karsaz Demîrcî: Pêvajoya birêz Ocalan daye destpêkirin firsende

Karsaz Osman Demîrcî, pêvajoya li Tirkiyeyê weke rêya rizgariya ji krîza aborî nirxand û got: “Pêvajoya aştiyêya birêz Ocalan daye destpêkirin û ji bo wê canê xwe daniye holê, di esasê xwe de aborî ye, refah e.”

Peyama Newrozê ya Abdullah Ocalan: Di destê me de ye ku em vê salê veguherînin sala azadiyê
Peyama Newrozê ya Abdullah Ocalan: Di destê me de ye ku em vê salê veguherînin sala azadiyê

Di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin: “Di destê me de ye ku em îsal ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn veguherînin saleke rasteqîn a azadiyê.”

Ji bo rakirina tecrîdê û ‘mafê hêviyê’ kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
Ji bo rakirina tecrîdê û ‘mafê hêviyê’ kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Komîteya Parastina 'Mafê Hêviyê' û Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya Navneteweyî, ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û cîbicîkirina “Mafê hêviyê”, dest bi kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî kir.

Abdullah Ocalan: Em ê bi xurtkirina hêza xwe çareseriyê pêş bixin
Abdullah Ocalan: Em ê bi xurtkirina hêza xwe çareseriyê pêş bixin

Partiyên sosyalîst ji bo guhertina mercên Ocalan bang kirin
Partiyên sosyalîst ji bo guhertina mercên Ocalan bang kirin

Nûnerên SOLDEP, YSP û SYKP’ê diyar kirin ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş ve biçe, gava ewil ew e ku ji bo Abdullah Ocalan mercên azad bên amadekirin.