Têkildarî pirsgirêkên girtiyên jin pêşnûmepirs da Meclisê
ENQERE - Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, bi daxwaza lêkolînkirina pirsgirêkên girtiyên jin dijîn pêşnûmepirs da Meclisê.
Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê, têkildarî pirsgirêkên girtiyên jin li girtîgehan dijîn, pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê. Di pêşnûmepirsê de hate gotin ku girtîgeh ji dîrokê ve ye li gorî esasa “norma mêr” hatine avakirin, pêdiviyên jinan bi awayekî sîstematîk tên paşguhkirin û xwest pergala înfazê li gorî esasa zayenda civakî bên avakirin.
Di pêşnûmepirsê de hate destnîşankirin ku ji plankirina mîmariya girtîgehan heta rejîma disiplînê, ji xizmetên tenduristiyê heta jiyana rojane, di her qadê de girtîgeh û pergala wê li gorî mêr hatine dîzaynkirin û got: “Dema li girtîgehê tabelaya ‘jin’ hate nivîsandin, ev pirsgirêk çareser nabe. Gelek sazî mîna kopiya girtîgehên mêran tên birêvebirin, rêgeza wekheviyê tenê di gotinê de dimîne û di hundir de perspektîfa zayenda civakî tune tê hesibandin.”
Bi domdarî di pêşnûmepirsê de hate gotin ku kamerayên li girtîgehên jinan daşiran jî dibînin, pêdiviyên hîjyenê yên jinan di kantînan de nînin, pêdiviyên tenduristiyê yên jinan tên paşguhkirin, cendirme di odeyên muayeneyê de dimînin, derfeta teşhîsên zû tune ne.
DAXWAZA ÇARESERIYÊN MAYINDE
Newroz Uysal Aslanê, di pêşnûmepirsê de xwest ku di çarçoveya Xla 98’an a Destûra Bingehîn û xalên 104 û 105 ên rêziknameya Meclisê, Lêkolîna Meclisê were destpêkirin. Hate xwestin ku ji newekheviya li dijî girtiyên jin heta xizmetên tenduristiyê, ji şert û mercên hîjyenê heta lêgerîn û sepanên disiplînê, di hemû pêvajoyan de lêkolîneke bi perspektîfa zayenda civakî bê kirin, şert û mercên CEDAW û Qeydên Bangkokê bên bicihanîn û çareseriyên mayinde bên peydakirin.
Newroz Uysal Aslanê anî ziman ku pêdiviyên taybet ên jinan divê ne mijarên “îstîsnaî” lê seke standartek bê dîtin, wekhevî bi awayekî fiîlî bicih bê. Newroz Uysal Aslanê got ku feraseta înfazê ya mêr-navendî hem li gorî rêgeza destûra bingehîn hem jî li gorî berpirsyartiyên navneteweyî yên Tirkiyeyê ye cihêkarî ye.