Xwediyên ‘Xelata Dostanî û Demokrasiyê’ diyar bûn
- Rojane
- |
- 6 Adar 2026 14:18
- |
AMED - Odeya Bijîşkan a Amedê, ragihand ku dê “Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê ya 2026’an” dane Sirri Sureyya Onder û Dr. Gisela Penteker.
Odeya Bijîşkan a Amedê her sal “Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” dide. Odeyê, ragihand ku xelata îsal dane endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku di sala 2025’an de jiyana xwe ji dest da û Dr. Gisela Penteker.
Endama Odeya Bijîşkan a Amedê Hîcran Îzcî Yildiz di daxuyaniya têkildarî mijarê de got ku xelata behsa xeberê didin kesên di mijarên mafên mirovan, demokrasî û têkoşîna aştiyê de ked dane.
Hîcran Îzcî Yildizê da zanîn ku şer û pevçûn yekser bandorê li tenduristiya gel dikin û aştî jî yek ji hîmên bingehîn ên tenduristiya gel in. Hîcran Îzcî Yildizê got ku ji ber hewldanên xwe yên ji bo siyaseta demokratîk, aştî û guftûgoya civakî û hwd., “Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê ya 2026’an” dane Sirri Sureyya Onder û Dr. Gisela Penteker ku jiyana xwe fedayî tenduristiya gel, wekheviya civakê û mafên mirovan kiriye.
Xelat dê di 15’ê Adarê de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bên dayin.